ENQERE – Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ê bi dehhezaran ber bi Enqereyê ve biçin. Her wiha Kemal Bulbul HDP'î jî destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê wê HDP'ê bibe hêza çareseriyê.
Serokê Giştî yê berê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê û rêveberê HDP’ê Kemal Bulbul, pêvajoya kongreyê ya HDP’ê û êrîşên li ser Efrînê nirxandin. Bulbul bi lêv kir ku ew di şert û mercên awarte de ber bi kongreyê ve diçin û ew li hemberî feraseta yekparêz feraseta pirdengiyê esas digirin û wiha got: “Li hemberî vê tifaqa paşverû, tifaqa baweriyên gelan, hêzên demokrasiyê yên HDP ew derxistine holê ji bo gelên Tirkiyeyê şansek e.”
Bulbul, got li Tirkiyeyê pêdivî bi demokratîkbûyîneke topyekûn heye û balê kişand ser êrîşên li hemberî HDP’ê. Bulbul diyar kir ku ji ber vê yekê HDP hewl dide ku bibe bersiva hemû bendewariyan û kongreyeke di vî warî de li dar bixe. Bulbul bi lêv kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê wê HDP bibe hêza çareseriyê.
‘LI EFRÎNÊ ELEWIYÊN TALIBÊ OCAXÊ HENE’
Bulbul êrîşên li ser Efrînê jî nirxand û wiha axivî: “Avaniya kokteyl a jê re OSO tê gotin, li Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn, li Iraqê me dît ku elewî, jin, ermenî, xirîstiyan hedef girtin.” Bulbul balê kişand ser elewiyên li Efrînê jî û ev tişt gotin: “Li Efrînê elewiyên talibê ocaxê hene. Ev talibên Ocaxa Uryan Xizir in. Ev jî elewiyên wek me cem û cemaetê dikin, wek me musaîbên wan hene, pîrên wan hene. Ji ber elewîtiya xwe bûne hedefa van zaliman. Avaniyeke ku selefîtiyê, wehabîtiyê, xeleftiyê qebûl nake, jiyana wekhev qebûl nake heye. Ji vê avaniya ku OSO jê re tê otin, di nav de DAIŞ’î, El Nusrayî hene. Divê em jî tevî kurdan ji bo vî gelê mazlûm bi piştevaniyî tev bigerin. Ev tenê ne mexsûsî Efrînê ye. Elewî li cîhanê hêzeke global in. Divê elewiyên li Tirkiyeyê jî bertek nîşanî rewşa li Efrînê bidin. Efrîn bi tena serê xwe ne kurd, ne elewî ye. Efrîn xala navendî ya lêgerîna mirovahiyê ya ji bo wekhevî û azadiyê ye.”
Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî, destnîşan kir ku êrîşa li hemberî wan çi dibe bila bibe wê HDP riya xwe bidomîne û wiha got: “HDP, partiyeke gel e. Gel nayê qedandin, nayê bêdengkirin.” Beştaş, diyar kir ku ew ê di 11’ê Sibatê de bi beşdarbûyîna 10 hezaran îlan bikin ku ew ji bo serdemeke nû û pêngaveke nû amade ne. Beştaş got wê di 11’ê Sibatê de mirov wek lehiyê berê xwe bidin Enqereyê û wê zêdeyî 30 hezar kes tev li kongreya HDP’ê bibin.
‘GELÊ TIRKIYEYÊ HAY JI RASTIYAN NÎNE’
Beştaş ku got “Tê gotin ku parastineke rewa tê birêvebirin, lê belê li Efrînê parastineke rewa heye, lê gelê li wir parastina rewa nîşan dide” diyar kir ku ajansên navnetewî nûçeyên têkildarî mirina sivîlan didin, lê belê li Tirkiyeyê ev yek nayê dîtin. Beştaş ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê mirov hay ji van nûçeyan tune ne. Çimkî 15 made berpêşî çapemeniyê hatin kirin û nûçe li gor wan tên çêkirin. Rastiyên der barê Efrînê de li Tirkiyeyê nayên bilêvkirin. Ji bilî partiya me hemû partiyên din dibêjin ‘Tirkiye xwe diparêze.’ Tirkiye çi diparêze? Peymanên Neteweyên Yekbûyî yên Tirkiye jî wan îmze kirine hene. Li gor vê peymanê ya Tirkiye dike êrîş e, şer e. Ji bo prastinê divê êrîş li hemberî Tirkiyeyê hebin. Lê tu êrîş çê nebûne.”
‘WÊ KURD BIBIN KIRDE’
Beştaş, destnîşan kir ku gelê Efrînê di pozîsyona parastina rewa de ye û ji bo mala xwe, warê xwe biparêze gel têdikoşe. Beştaş diyar kir ku ji ber êrîşên tên kirin gumanên wan hene û her diçe zêde dibin û sebra 50 milyon kurdî êdî nemaye. Beştaş got kurd piştî sed sal şûne de dixwazin bibin perçeyê dizayna nû û ew kirdeya vî tiştî ne.
‘PARASTINA AŞTIYÊ RÛMET E’
Beştaş, got berê DAIŞ’ê cînarê Tirkiyeyê bû û Tirkiye rojekê jî wê ji bo xwe wek tehdîd nedîtiye, lê belê dema mesele dibe avakirina rêveberiya kurdan û avakirina jiyana bi hev re, Tirkiye êrîşan tîne rojevê. Beştaş got di êrîşa li hemberî Efrîne de, li ber çavên cîhanê zarok, pitik û jin tên kuştin û wiha got: “Em mecbûr in li hemberî vê dengekî bilind derxin. Li Tirkiyeyê bereksê tiştên nîşandan kesên li dijî şer bêtir in. Îro rewşeke faşîzmî heye, lê liv î welatî parastina aştiyê rûmet e. Parastina şer sûc e.”