COLEMÊRG - Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk a hatibû binçavkirin hat berdan.
Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk a li Gevera Colemêrgê hat binçavkirin, hat berdan. Dema Fendîk rojname li aboneyan belav dikir, bi hinceta karta wê ya çapemeniyê tune ye polîsan ew binçav kiribû. Piştî karên li emniyeta navçeyê Fendîk hat berdan.
Fendîk di 19'ê Çileyê de jî hatibû binçavkirin û Dadgeha Ceza ya Sulhê ew bi şertê venêrîna edlî berda bû.