ÊLIH - Ajansa Anadolûyê piştî nûçeya me ya "AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye" nûçeya xwe guherand.
Ajansa Anadolûyê (AA), nûçeya xwe der barê Îshan Ekîncî yê ku hatibû gotin di 2'yê Sibatê de li Liceya Amedê di pevçûnekê de hatiye kuştin de, guherand. AA nûçeya xwe ya bi ser navê "ÎHA tespît kir, JOH bêbandor kir" piştî nûçeya me ya "AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye", wêneyê Ekîncî yê ji ewraqeke fermî hatibû jêkirin rakir û sernavê nûçeyê guherand.
PARÊZERÊ WÎ BERTEK NÎŞAN DABÛ
Piştî malbata Ekîncî hay ji nûçeyê çê dibe serî li parêze Mesût Aydin dide. Aydin jî piştî hay ji rewşê çê dibe bi girtîgehê re hevdîtin çê kir û wiha got: "Der barê muwekîlê min de îthamên bêbinî hene. AA, agahiyên nasnameyî û wêneyê muwekîlê min ji kuderê peyda dike? Mafên kesayetî yê muwekîlê min hatine binpêkirin. Li ser daxwaza malbatê em ê kirariyên qanûnî bidin destpêkirin."