AMED – Li Bismilê, mele Y.O. yê li qursa Quranê H.I. ya 12 salî îstîsmar kir û hatibû girtin, hat darizandin. Dozger xwest meleyê îstîsmarkar ji 8 salan heta 19 sal û nîvan bê cezakirin.
Mele Y.O. yê li qûrsa Quranê ya Mizgefta Îhlas a navçeya Bismilê ya Amedê ders dida, zaroka 12 salî H.I. îstismar kiribû. Danişîna duyêmîn a dozê Y.O. ku tê xwestin ji 16 salan heta 32 sal û nîvan bê cezakirina li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê pêk hat. Y.O. yê girtî beşdarî danişînê bû. Parêzerên mexdûr û bersûc û parêzer Asiye Demîr a Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê amade bûn. Belgeyên der barê dozê de hatin xwendin û dadgehê daxwaza beşdariya dozê ya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi hinceta raste rast ji sûc zerar nedîtiye red kir.
Piştî şahid hat guhdarkirin Y.O. parastina xwe kir û îdia kir ku bê sûc e û berdana xwe daxwaz kir. Piştî parastina parêzeran dozgerê dozê mutala xwe xwend. Dozger diyar kir ku bersûc Y.O. têlefona berê sitendiye daye H.I. û bersûc li ser vê têlefonê bi peyamên ji H.I. re şandiye sûcê “Îstîsmara li hember zaroka 15 salî kiriye” pêk aniye. Dozger da zanîn ku bersûc bi bahaneya ezimandinê mexdûr H.I. biriye malê û sûcê “Kes ji azadiya wê mehrûm kiriye” pêk aniye. Dozger xwest bersûc ji 8 salan heta 19 sal û nîvan bê cezakirin.
Bersûc û parêzer diyar kirin ku ew tevli mutalayê nabin û ji bo der barê esasiyê de parastinê bikin dem xwestin. Heyeta dadgehê biryara xwe navberê aşkere kir û bi hinceta “Gumana sûcê biqewet û delîl nehatine berhevkirin” biryara berdewama girtina Y.O. da û danişînê taloq kir.