ENQERE - Berî hefteyekê li Enqereyê di serdagirtina malan de 5 kes hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Li Enqereyê di 2'yê Sibatê de di serdagirtina malan de nûçegîhanê Seyrî Sokak û derhênera belgefîlaman Sîbel Tekîn, rexnegirê wêjeyê Emek Erez, avakarê KAOS GL'ê Alî Erol, Serokê Giştî yê Sendîkaya Baskên Xizmeta Daristan û Çandiniyê Hamît Kurt û şêwirmenda Fîgen Yuksekdag Songul Akbay hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.