COLEMÊRG - Gelek herêmên girêdayî navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlekariya Taybet” hat îlankirin.
Walîtiya Colemêrgê, ji bo 15 rojan li gelek herêmên girêdayî navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê “Herêmên Ewlekariya Taybet” îlan kir. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Herêmên me diyar kirin ji 08’ê Sibata 2018’an saet 00:00:01’an heya 22’yê Sibata 2018’an saet 23:59:56 de weke “Herêmên Ewlekariyên Taybet” îlan dike û divê welatiyên me bê destûr nekevin van herêman.”