STENBOL- Şaxa SES’ê ya Şîşliyê, bertek nîşanî girtina 11 kesên bi hinceta êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin, da û wiha got: “Em ê li dijî şer aştiyê û li dijî kuştinê jî jiyanê biparêzin.”
Şaxa SES’ê ya Şişliya Stenbolê, der barê girtina 11 kesên dinavê de endama wan Fatma Akaltun Firat jî heyî ku di 21’ê Çile de ku êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û hatin girtin daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Nexweşînên Dev û Diran hat dayîn.
‘MAFÊ ME YÊ ŞERMEZAR KİRİNA QANÛNÎ TÊ ASTENGKIRIN’
Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa SES’ê ya Şîşliyê Ferdane Çakir axivî û wiha got: “Bi hincetên bêmaf û bêhiqûqî Firat hat girtin. Em kedkarên tenduristiyê dê her daîm li dijî şer aştiyê û li dijî kuştinê jiyanê biparêzin. Hiqûq dibin piyan de maye. Hewl didin mafê me yê şermezarkirina qanûnî asteng bikin.”
'EMÊ LI DIJÎ ZILMÊ TIM AŞTIYÊ BIPARÊZIN'
Çakir, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li dijî hemû kirêtî û zilma şer û tundiyê bêjin aştî û jiyan. Em ê vê înyada xwe berdewam bikin. Em bang dikin ku dawî liv an girtinan bê anîn. Em ê tu darî teslîmê tarîtiyê nebin. Bêguman dê OHAL rabe û KHK dê betal bibin. Em ê vê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê tim bibin xewnên tirsê yên hinek kesan.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.