NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kesên ji Şengal û herêmên Cizîr, Firat û herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatin Efrînê, serê sibê li qada Efrînê kom bûn, mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Girseya mezin piştî mîtîngê berê xwe da Cindirêsê.
Êrîşa TSK'ê ya li dijî gelê Efrînê di roja 18'an de berdewam dike. Gelê ku ji Şengal, herêma Cizîr û Firatê ji bo bên Efrînê ketin rê û şevekê li Kobanê û şevekê jî li Efrînê derbas kirin. Bi deh hezaran kesên bi karwana ji sedan maşîneyan pêk dihat piştî rêwîtiya 2 rojan şevê din gihiştin Efrînê. Bi deh hezaran welatiyên ji navçe û bajarên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê bi dirûşmeya “Ji dagirkerî û komkujiyê re na” ji bo biçin Efrînê duh bi rê ketin, pêr şeva xwe li bajarê Kobanê û duh jî li Efrînê derbas kirin. Karwana ku şevekê li Kobanê derbas kirin û piştre di ser Minbiçê re derbasî Efrînê bûn şevê din li Efrînê derbas kirin. Girsê duh serê sibê bi sedan wesayîtan ber bi Efrînê ve meşa xwe berdewam kirin, gihişt Minbiçê. Piştî di Pira Qereqozak re derbasî Minbicê bûn, gelê Minbicê ew bi girseyî pêşwazî kirin. Bi sedan welatiyên Minbiçê jî tev li karwan bûn û derbasî Efrînê bûn. Serê sibê bi deh hezaran kes bi dirûşmeya “Ji dagirkerî û komkujiyê re na” şevê din gehiştin Efrînê û bi gelê Efrînê re li Duryana Kawa ya navenda bajêr kom bûn. Girse ji duryana Kawa heya Nexweşxaneya Derîn meşiyan û li vir mîtîng pêk anîn. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên YPG/YPJ, QSD’ê û sivîlên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dayîn û şaxên zeytûnan hatin hilgirtin
Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir û dirûşmên “Gelên Bakurê Sûriyeyê yekin, em bi tere ey Efrîn”, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana serdemê” û “Dê faşîzma Erdogan têkbiçe” hatin berzkirin. Girse piştî mîtîngê berê xwe dan navçeya Cindirêsê.