ANTALYA - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimînin, ji ber binpêkirinên mafan ên duh pêre rû bi rû man, serlêdana sûc kirin.
Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ji ber binpêkirinên mafan ji rojevê nakeve. Malbatên ku duh hevdîtina vekirî dikirin, bi zextan re rû bi rû man û ji ber binpêkirinên mafan serî li Serdozgerê Alanyayê dan û der barê rayedarên girtîgehê de serlêdana sûc kirin.
Malbatên girtiyan, binpêkirinên mafan wiha rêz kirin: "Em duh çûn hevdîtina vekirî. Hêj em neketin cihê hevdîtinê gardiyanan dor li me girt. Xwestin zextên derûnî li ser me bikin. Ji ber ku girtiyan lêgerîna tazî qebûl nekirin, nehiştin girtî derkevin hevdîtinê. Me wekî malbat bertek nîşanê vê yekê de, em bi zorê ji cihê hevdîtinê derxistin. Nahêlin girtiyên mêr di dema hevdîtinê de li gel hev rûnên. Girtiyên rûtinên jî bi heqaret û îşkenceyê re rû bi rû dimînin."