AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha çile ya binpêkirina mafên rojnamegeran aşkere kir. ÎRA' di raporê de diyar kir ku 17 rojnameger hatine binçavkirin û jê 7 heb hatine girtin. ÎRA, ji saziyên çapemeniyê xwest ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li gorî rêgezên rojnamegeriyê tev bigerin.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha çile ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi daxuyaniyekê aşkere kir. ÎRA' di raporê de diyar kir ku 17 rojnameger hatine binçavkirin, 7 heb hatine girtin û niha 171 rojnameger girtî ne. ÎRA di raporê de wiha got: "Em bi binçavkirin, girtin û astengiyên li ser çapemeniyê ketin sala 2018'an. Niha li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne. Di meha destpêkê de jî binçavkirin, girtin û darizandin kêm nebû. Rojnamegerên ku li gorî rêgez, sinc û pîvanên rojnamegeriyê tev digerin û li pêş nûçeyan in, her dem di bin gefê îktîdarê de dijîn. Bi taybetî piştî operasyona li ser Efrînê zextên li ser rojnamegeran zêdetir bû. Hikûmetê bi hişmendiya "Di şer de berê rastî tên kuştin" di 21'ê Çile de Serokwezîr Binalî Yildirim bi nûnerê medya re civîn pêk anî û bi 15 malên ku ‘pêşniyarên medya' dike xwest medya têxe rêzê. Xwesti li gorî pîvanên xwe rojnamegeriyê bide pêş çapemeniyê. Ev raste rast li dijî pîşeyê rojnamegiyê gef e. Bi vê direktifê dixwaze medya têxe destûra şer. heta niha rojnameger bi van gef û tirsan nehatiye rêzê û dê neyê rêzê. Bila bê zanîn ku tu carî rastî bi van rêbazan tune nabe.
Em bang li saziyên weşan û çapemeniyê dike ku li dijî van polîtikayan û zextan bêdeng nemînin û li gorî pîvan û rêgezên çapemeniyê tev bigerin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji nûnerên çapememiyê dixwazin ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li gorî rêgezên rojnamegeriyê tev bigerin. Em dixwazin hikûmet zextan bi dawî bike û bi lez rojnamegerên girtî serbest berdin.
Li gorî daneyên ÎRA kom kirine binpêkirina mafên rojnamegeran wiha ye:
“* 17 rojnameger hatin binçavkirin.
* 7 rojnameger hatin girtin.
* 6 rojnameger hatin darizandin û bi giştî rastî 10 sal û 8 meh czayê girtîgehê hatin.
* Qanala 1 TV rastî cezayê pereyan hat.
* Rojnamegerek ji bo biçe Qibrisê hat astengkirin.
* 4 malperên nûçeyan ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê (BTK) ve hat asteng kirin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 8 caran (bi tevahî 51 car), Jinnews 6 caran, 1 Habervar 1 caran, Ajansa Mezopotamya 1 caran hat asteng kirin.
* Diz ketin buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê û amûrên nûçeyan dizîn.
* Rojnamegerê Rohahi TV di şopandina operasyona Efrînê de birîndar bû. "