NAVENDA NÛÇEYAN - 600 lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen û helbestvanên Îranî, daxuyaniyek hevpar dan û kampanyeya îmzeyan ji bo piştgiriya Efrînê dan destpê kirin.
600 hunermendên paytexta Tehranê ya Îranê, ji bo piştgiriya Efrînê û şermezar kirina êrîşên TSK’ê û hevparên wê OSO ên li ser Efrînê, daxuyaniyek nivîskî weşandin û kampanyeya îmzeyan dest pê kirin.
Hunermendên Îranî di daxuyaniya xwe wiha gotin: “Bi sedan sale Rojhilata Navîn bûye birîndarê destên van kesên bêaqil ên porpagandeya mparatoriyetê dikin. Ji Asûriyan heya Erdogan herî zêde kurd bûne qurbanî. Vê carê jî piştî gelek têkçûnên Erdogan fermana êrîşên li ser Efrînê da. Li şûna ku Erdogan pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike, şer li dijî gelê kurd dimeşîne. Demên derbas bûyî de jî Amed û Cizîra Bakurê Kurdistanê xist hedefa êrîşên xwe. Penaberên Sûriyeye dîl girt û bi vê hincetê bi milyonan pere ji Ewropa digire. Niha jî êrîşê Efrînê dike.
BANG
Em weke beşek ji hunermendên Îranê, bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku li hemberî vî sûcê li dijî gelê Efrînê dikin, bêdeng nemîn in. Em bang li hemû dewletên cîhanê jî dikin ku li dijî van êrîşan derbikevin. Em bang li hemû Rêxistinên Mafê Mirovan ên navnetewî jî dikin ku alîkarî ji bo gelê Efrînê bişîn in.
Ev kampanya me ya îmzeyan dê bidome.”