ÎZMÎR / ENQERE - Polîsan li Îzmîrê di saetên sibehê de bi ser malan de girt, di nav de siyasetmedar Dayikên Aştiyê, endamên Konseya Bajêr a Îzmîrê û ekolojîstvan jî di nav de, gelek kes binçav kirin. Li Enqereyê endama MYK'ê û Sekretera Malî ya KESK'ê Elîf Çuhadar û li Mêrsînê jî rêveberên HDP'ê binçav kirin.
Li navçeyên konam, Çîmentepe, Bornova, Buca, Narlidere, Balçova û Bayrakliyê yên Îzmîrê di saetên sibehê de serdagirtin malan pêk hat. Piştî lêgerînên di malan de endamên Konseya Bajêr ên Îzmîrê, Dayikên Aştiyê û berdevkên partiyên siyaî jî di nav de gelek kes binçav kirin. Di lêgerîna li malan de pirtûk û amûrên dijîtal jî desteser kirin, lê der barê sedema binçavkirinan de agahî nehat bidestxistin.
Hin kesên li Miduryeta Polîsan a Îzmîrê tên girtin navên wan wiha ne: Endama Konseya Bajêr a Îzmîrê Kizbes Seyhan Aydin, endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK'ê , endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê Behiye Yalçin, Hanîfe Polat û Melahat Kuş, rêveberê HDP'a Îzmîrê Mahsun Koç, Hevserokê HDP'a Bayrakliyê Îsmet Akbulak, rêveberê HDP'a Bucayê Teyfik Boga Kaplan, endamê YAKDER'ê Kerem Ay, endamê Komeleya Zilamên Oldar ên Îzmîrê Ferzende Denîz, rêveberê DBP'a Îzmîrê Haydar Tekîn, endama wan Dîlek Bakiş, Atiye Şahîn, Alî Îhsan Toprak, Bişar Ari, Mehmet Akdogan, Çetîn Çavdarci û rêveberê Navenda Giştî yê SYKP'ê Cavît Ugur.
ENDAMA MYK'A KESK'Ê BINÇAV KIRIN
Endama Lijneya Rêveberiya Navendê û Sekretera Malî ya Koncederasyona Sendîkayên Kedarên Cemaweriyê (KESK), Elîf Çuhadar di setên serê sibehê de li malê hat binçavkirin. Hat diyarkirin Çuhadar ji ber ku di sala 2014'an de tev li paneleke li Îzmîrê bûye, hat binçavkirin.
HEVSEROKÊ HDP'A MÊRSÎNÊ BINÇAV KIRIN
Li Mêrsînê jî serdagirtina malan hebû. Polîsan bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mezîtliyê Mahmut Kamal de girt. Piştî lêgerînê Kamal binçav kirin. Kamal ê sedema binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduryeta Polîsan.
Her wiha Hevseroka HDP'a Mêrsînê Fatmagul Demîrtaş a di kontrola rê ya li Osmaniyeyê de hat binçavkirin, di mala wê de jî lêgerîn pêk hat. Demîrtaş birin Miduryeta Polîsan a Mêrsînê.