Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir

img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re dest pê kirine û ev tişt got: "Heta pergal neguhere, dê di her serdemê de kesên wekî Erdogan, Bahçelî û Perînçek derkevin holê."

Êrîşên li dijî Efrînê di roja 18'an de dewam dikin, AKP'a ku partiyên wekî MHP, CHP, Vatan Partisi (Partiya Welat), Hur Dava Partisi (Partiya Doza Hur) û gelek partiyên wekî wan daye gel xwe, bi OSO'yê re di operasyonê de gelek zehmetiya dikişîne. Li Tirkiye û Kurdistanê jî bertekên li dijî êrîşan her ku diçin zêde dibin. Ji bo pêşî li vê pêla berxwedan û nerazîbûna bên girtin, gelek siyasetmedar, rêxistinên demokratîk, odeyên pîşeyî, rojameger di bin zextan de ne û tên girtin. Herî dawî TTB'ê ji ber danezana "Ji şer re na aştî a niha" weşand, 11 endamên Konseya Navendî hatin binçavkirin. Dîsa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber li dijî êrîşên li ser Efrînê derket, hat girtin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk êrîşên li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku TSK û OSO dixwaze gelê kurd tune bike û ev wekî polîtîkayekê dane pêşberî xwe.
 
‘OSO RÊXISTINEKE TERORÎST E’
 
Ozturk aşkera kir ku êrîşên li dijî Efrînê "Dagirkerî" ye, hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di jiqûqa navneteweyî de ev "Dagirkerî" ye. Ozturk da zanîn ku AKP-MHP û hêzên kûr naxwazin kurd bibin xwedî statu û ji bo wê hatine gel hev û ev tişt got: "Heta niha li Rojava tenê yek kevir neavêtine hêzên Tirkiyeyê. Ji ber wê bi hincetên wekî 'em ewlehiya sînorê xwe digirin', derewên mezin dikin. Tu tiştê ku hikumeta AKP'ê di siyaseta navxweyî de bêje nema, bi van êrîşan emrê xwe dirêj dikin. Lê divê vê yekê bizanibin, bi van êrîşan pêşeroja gelê Tirkiyeyê tarî dikin. Hêzên OSO'yê yên bi wan re di êrîşan de cih digirin, di nava wan de gelek teroîst hene. Gelê Erfîn û Rojava bi salan li dijî DAIŞ'ê şer kir. Cihê ku Tirkiye dibêje 'Ez li dijî DAIŞ'ê şer dikim' bila vegere DAIŞ'iyên di nava OSO'yê de mêze bike."
 
‘HEKE BÛN MAFDAR BIN, HÛN ÇIMA JI DIJBERÊN ŞER DITIRSIN?’
 
Oztgurk destnîşan kir ku AKP beyî ku pêşeroja gelên li Tirkiyeyê bifikire, dikeve tevgerê û wiha pê de çû: "AKP ne mafdar e û ji ber wê ji gotina 'aştiyê' gelekî ditirse. Kesên li dijî şer derdikevin zextên dijwar li wan dikin. Ji van yek jî Hevseroka me Leyla Guven e. Çima hat girtin? Ji ber ku li dijî şer bertek da nîşan. Ji ber ku digot ev êrîş li dijî kurdan pêk tên, hat girtin. Kesekî ne niheq be ji gotinên wiha natirse. Ez dixwazim ji desthilatdariyê bipirsim; hûn dibêjin em mafdarin, wê demê hûn ji çi ditirsin? Ji ber ku ew jî dizanin gel ji van êrîşan ne razî ne, dixwazin şer raweste."
 
‘ÊRÎŞA L DIJÎ EFRÎNÊ Û TECRÎD HEMAN TIŞT E’
 
Ozturk anî ziman ku Efrîn ya efrîniyan e, bi sed hezaran mirov meşiyane wir û ji dagirkeriyê re gotine na. Ozturk derbirî ku êrîşa li dijî kurdan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hev re girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên li hundur û li derve li dijî kurdan pêk tên, di 5'ê Nîsana 2015'an de dest pêkir û ev jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd re dest pê kir. Dixwazin fikir û felsefeya Birêz Ocalan a ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn vala derxin. Sedema êrîşa li dijî Rojava eve. Birêz Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd bi rêyên diyalogê çareser bike. Lê hikumeta AKP'ê naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike."
 
‘EFRÎNÊ ASTA TECRÎDA NAVNETEWEYÎ NÎŞAN DIDE’
 
Ozturk, da zanîn ku bingeha pergala li Rojava hat avakirin xwe dispêre ramanên Ocalan û wiha domand: “Gelên Rojhilata Navîn cara yekemîn e ku xwe bi vîna xwe bi rêve dibin. Pergala li Rojava ne navendparêz e. Pergala ne navend parêz, hêzên empergalîst jî naxwazin. Emperyalîst dixwazin kesek netê hebe. Gava wî kesî dikin bin kontrola xwe, bawer dikin ku dê hemû Rojhilata Navîn bixwin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê îro Rûsyayê qada hewayayî vekir. Ev jî asta tecrîdê ya navneteweyî nîşan dide. Komploya navneteweyî ev yek pir baş nîşanî me da.”
 
‘PIRSGIRÊK NE KESIN, PERGAL E’
 
Ozturk, destnîşan kir ku desthilatdariya li Tirkiyeyê tim êrîşî kurdan dike û ev nirxandin kir: “Êrîş îro jî zêde bûne û bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Parlamenterên ku vîna gel in avêtin girtîgehê. Bi vê dixwazin nîşan bidin ku dê gelê kurd tune bikin. AKP’a ku ji hilbijartina 2002’an û heya hilbijartina 7’ê Hezîranê bi tena serê xwe desthilatdariyê dike, piştî 7’ê Hezîranê, êrîşên li ser kurdan girantir kirin. Hewl didin bi tunekirin kurdan hebûna xwe domdar bikin. Mînakên vê yekê di dîrokê de hene. Ji ber ku di vir de pirsgirêk ne kes, pergal e. Pergal vê hişmendiyê ava dike. Heya ku pergal neguhere, dê kesên mîna Erdogan, Bahçelî û Perînçek di hemû serdeman de derbikevin holê.”     
Ozturk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yek ji parçeyên êrîşên li ser gelê kurd pêkanîna kincên yek tîp e. Çawan ku xwestin li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê vîna gelê kurd bişkînin, bi pêkanîna kincên yek tîp jî, dixwazin vîna girtiyên siyasî bişkînin.”
 
Ozturk, destnîşan kir ku divê gelê kurd van rastiyan baş bixwîn in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ên ku dixwazin xwe li ser civak û gelan ferz bikin, dê têk biçin.”

Sernavên din

08/02/2018
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye