AMED – Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 60 gundên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê “qedexeya derketina derve” îlan kir.
Walîtiya Amedê li 60 gundên çolterên navçeyên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê ji saet 05.00’an şûn ve “qedexeya derketina derve” îlan kir. Walîtiyê ragihand ku “qedexe” di çarçoveya operasyona leşkerî de dê pêk bê.
Walîtiya Amedê ji havîna sala 2015’an vir ve heta niha bi dehan car li van hereman “qedexeya derketina derve” îlan kiribû.