RIHA - Li Cerablûsa ku Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû ji bo wê got "Qeymeqamê me lê heye", Walîtiya Kilîsê dest bi çêkirina girtîgehê kir. Her wiha îhaleya çêkirina girtîgehê jî Şîrketa Lîmîted a Înşeat, Taahud, Turîzm, Tekstîl û Pîşesaziyê ya Reytaşê girt.
Walîtiya Kilîsê, li Rayiya girêdayî navçeya Cerablûsê ya Sûriyeya Bakur girtîgehê çê dike. Kontrooliya îhaleyê ji aliyê Muduriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Kilîsê tê kirin û îhaleya wê jî Şîrketa Lîmîted a Înşeat, Taahud, Turîzm, Tekstîl û Pîşesaziyê ya Reytaşê girt. Çêkirina girtîgehê di 6'ê Kanûna 2017'an de dest pê kir û dîroka teslîmkirina wê jî 6'ê Gulana 2018'an e.
SOYLÛ: LI CERABLÛSÊ QEYMEQAMÊ ME HEYE
Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû di 28'ê Çileyê de li Denîzliyê di Kongreya AKP'ê ya Navçeya Merkezefendiyê de wiha gotibû: "Ez wek Wezîrê Karê Hundurîn dibêjim. Niha li Ezaz, Cerablûs, Marelê qeymeqamên me hene, mudurên me yên emniyetê hene, fermandarên me yên cendirmeyan hene."