EFRÎN - Şêniyên Cindirêsê ku Tirkiye ji hewayê ve bombe dike û ji ber bombeyê şêniyên wê neçar man koç bikin, bang li Serokê Giştî yê AKP'ê kirin û gotin: "Me li hemberî kê şer da destpêkirin. Me çi ji we kiriye. Ev zilm, ev şer ji bo çî ye. Hûn çi ji me dixwazin?"
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 18'an de ne. Di çarçoveya van êrîşan de Tirkiye di 3'yê Sibatê de ji hewayê ve navçeya Cindirêsê ya Efrînê bombe kir û ji ber vê şêniyên wê bi temamî koç ber bûn. Şêniyên navçeyê mexdûriyeta ku ew pê re rû bi rû man anîn ziman û bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan dan. Şêniyên navçeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û wiha gotin: "Em gelekî aştîxwaz in, ev şer ji bo çî ye."
'KA MIROVAHÎ, KA HUQÛQ Û WIJDAN'
Jineke ji Cindirêsê ku tevî zarokên xwe li jêrzemîna avahiyekê hêwiriye, nêvenga ku ji mecbûrî ew lê dijîn nîşan da û wiha got: "Zarok di nav toz û qirêjiyê de ne. Nexweş dikevin. Hûn çi ji me dixwazin (bang Erdogan dike), me ev zilm ne bes e. Ma me çi kiriye ku tu vê zilmê dikî. Ey dewletino, Ewropayîno, ez bang li we dikim; ka huqûq, ka mirovahî û ka wijdan. Malên me hatin şewitandin û rûxandin. Tu tişt nehiştin. Ka hûn û kurdan bi hev re bûn. Evqas mirov dimirin, êrîşî sivîlan dikin. Çima deng ji we dernakeve, ji bo çi hûn bêdeng in? Hûn dibêjin em demokrat in, dibêjin em welatê huqûqê ne, hûn dibêjin em dewletên mezin in... Ka li kuderê ne nirxên we? Tu tişt jî nehiştin. Em xwediyê vê xakê ne. Ji bo çi ev zilm. Kî ji kê xelas dikin?"
'EM JI TE NATIRSIN'
Welatiyekî ku diyar kir navê wî Elî Heydo ye wiha got: "Erdogan çi ji me dixwaze? Em ê dev ji xaka xwe bernedin. YPG, YPJ'a me heye û em ji te natirsin." Cindirêsiyekî din jî wiha axivî: "Ma em ê ji ber vî Erdogan biçin kuderê? Çi daye me ku ji me doza tiştekî dike? Tu tişt nehişt. Em li vir in û em ê neterikînin. Xaka me xaka şehîdan e. Înşele em ê bi ser kevin."
'EM MECBÛR MAN TÊKEVIN ŞIKEFTAN'
Ebû Loqman jî destnîşan kir ku her roj qadên wan ên jiyanê bi tank, top û balafiran tên bombekirin û wiha got: "Çi heqê wan heye ku her roj bo balafir, tank û topan êrîş dikin. Malên me, warên me rûdixînin. Me bi kê re şer kiriye ku ew êrîşî me dikin. Mirov bi riyan ketin. Em mecbûr man têkevin şikeftan. Çi heqê we li me heye. Ka bila bêjin hela çi dixwazin? Em bi kesî re şer nakin, ji bo çi êrîşî me dikin? Em gelekî aştîxwaz in."
Welatiyekî ji Cindirêsê yê ku got navê wî Omer e ev tişt gotin: "Em li gund xwe bûn, me kar û barê xwe dikir. Di nav me de leşkerek jî tune bû, ji bo çi êrîş kirin. Erdogan dibêje ez misilman im, nexwe ji me çi dixwazî. Ji bo çi êrîş dikî? kesî wek te nekiriye. Ka leşker li kuderê ne, em hemû sivîl in. Zarok û extiyar ji ber we mecbûr man xwe veşêr in. Ji ber we me heywanên xwe jî dernexistin."
'ME BI ZORÊ CANÊ XWE XELAS KIR'
Mûradê Hecî Mihemed jî diyar kir ku ew bi zorê filîtîne û wiha bertek nîşan da: "Me dev ji mala xwe, gundê xwe berda û em hatin. Me bi zorê canê xwe xelas kir. Ji vî gelî çi dixwazin. Me hemû tiştên xwe hiştin û em hatin. Derewan dikin. Malên me bombe dikin. Xwedê ji wan nerazî be. Malên me, gundê me serobino kirin."
'EM Ê BI SER KEVIN'
Welatiyekî ereb jî ev tişt gotin: "Em dev ji axa xwe bernadin. Çi qas roketan davêjin bila bavêjin, lê em ji vir dernakevin. Em ereb û kurd li vir bi hev re dijîn. Em ê tim bi hev re bijîn. Erdogan bi leşkerên xwe êrîşî me dike. Jixwe gelê li vir penaber e. Dîsa bê war man. Lê bi îzna Xwedê em ê bi ser kevin."