STENBOL - Endamê Şûreya DÎK’ê Ekrem Baran, diyar kir ku nabe ku ol di xizmeta dewletê de bê bikaranîn û wiha got: “Xwedê ji bo aştiya hemû kesî fermana têkoşînê dide. Hz. Muhammed jî ji eshabiyên xwe re digot, aştiya di navbera gelan de ji rojîgirtin û nimêjkirinê, ferztir e.”
Bertekên ji hemû beşên civakê yên li dijî êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin. Bi taybetî fetwayên Diyanetê yên der barê êrîşan de kirin, rastî bertekên oldaran tên. Endamê Şûreya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ê Ekrem Baran, bang li Diyanetê kir û wiha axivî: “Li şûna ku hûn ol bikin xizmeta dewletê, ji bo xwe aştî û biratiya Îslamiyetê esas bigirin. Di bin navê ola Îslamê de, rêxistinên bi navê El Kaîde, DAIŞ û OSO hatin avakirin. Di vî şerî de rolên madî û manewî yên dewletên Îran, Tirkiye, Rûsya, Amerîka û hin dewletên ereb hene. Bi her awayî ev çete kirin beleya serê kurdan. Hemû kes dizane, di Rojhilata Navîn de gelê mazlûm û aştîxwaz gelê kurd e.”
‘AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DÊ KURD PÊK BÎNIN’
Baran, bal kişand ser berxwedana li dijî hewldana dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Kobaniyê û wiha got: “Kurdan li vê derê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovahiyê roleke dîrokî lîstîn. Îro DAIŞ, El Kaîde û gelek komên din, dibin navê Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) de êrîşê Efrînê dikin. Hemû kes baş dizanin bi sedan koçberên ji cih û warên xwe bûn ji ber ewlekariyê li Efrînê bi cih bûn. Kurdan jiyana bi hevre ya gelên asûr, tirkmen, çerkez, ereb, kurd û hemû gelên din îspat kirin û bi ser xistin. Çawan ku Hz. Muhammed di Hevpeymana Medîneyê de, hemû gel anîn gel hev û aştî pêk anî, îro jî li Rojhilata Navîn dê kurd aştiyê pêk bînin. Dewletên herêmê piştgiriyê didin çeteyên dibin navê OSO de û hewl didin aştiyê têk bibin.”
‘DIVÊ RASTIYA ŞER JI GELAN RE BÊ GOTIN’
Baran, anî ziman ku hemû kesên xwedî wijdan divê li dû şerê heyî neçin û wiha bi lêv kir: “Me weke Saziya Sivîl a Aştîxwaz daxuyanî da. Derfetên li Tirkiyeyê çi dibin bila bibin, divê em xwe bi daxuyanîdayînekê re sînordar nekin. Divê mirov xwedî wijdan û barwermend rastiya şer ji civakê re bibêjin û em ê vê rastiyê binîn ser ziman.”
‘XWEDÊ JI BO AŞTIYÊ FERMANA TÊKOŞÎNÊ DIDE’
Baran, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Îslamiyet ola aştî û biratiyê ye. Hz. Muhammed tu carî ji mirovan re ne got, hicûm bikin. Dîroka Îslamê di demên dawî ji mirovan re berevajî tê gotin. Hewl didin Îslamyetê weke talanker, xenîmet, dikuje û jinan dike kole, nîşan bidin. Bi êrîşên li ser Efrînê re Diyanetê ferman da ku di mizgeftan de “Sûreya Fatîha” bê xwendin. Ev şaşiyek mezine. Fatîh ji bo dagirkeriya cihekê nîne. Pêxemberê me ji bo aştiya Hudeybiye ya di navbera Mekke û Medînê Sureya Fatîha vedibêje. Divê Diyanet bi vî awayî tev negere. Divê aştî û biratiyê esas bigire. Ne raste ku mirov ol bixe xizmeta dewletê. Divê Diyanet jî ji bo aştiyê têbikoşe.”
'BI ŞER PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN'
Baran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qetilkirina jin, zarok û xwezayê di tu olan de tune ye û weke sûcê şer tê dîtin. Divê hem Diyanet û mirovên bawermend, di pêvajoyên şer de rolên xwe bilîzin û hemû kesê dawetî aştî û hizûrê bikin. Ev hem peywira Îslamiyetê ye û hem jî kareke wijdanî ye. Bi şer kes nikare pirsgirêkan çareser bike.”