STENBOL- Şebap Doner, birayê Muhammed Doner ê cenazeyê wî ji Gorsitana Xerzanê hat derxistin, derxistina cenazeyan wek "barbartiyê" nirxand û wiha bang li parêzvanên mafên mirovan kir: "Em dixwazin ji bo wergirtina cenazeyên me hewl bidin."
Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 267 cenazeyên PKK'yiyan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û ew şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Bertekên li hemberî rûxandina goristanan û derxistina cenazeyan didomin. Malbat ji bo wergirtina cenazeyên xwe yên ji goran hatin derxistin serlêdan pêk anîbûn, lê belê hîn jî bersiva serlêdanên malbatan nehatiye dayîn. Şebap Doner, kekê Muhammed Doner ê di sala 1995'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku çawa wan bihîstiye cenaze hatine derxistin wan jî wek malbatên din serlêdan pêk aniye. Doner, derxistina cenazeyan wek "îşkence"yê wesifand û wiha got: "Dîn, ziman û nîjada miriyan tune ye. Çi dibe bila bibe, têkiliya mirî bi cîhanê re qut dibe. Di tu ayet û hedîsan de nayê gotin ku dê bêrêzî ji bo cenazeyan bê kirin."
'BARBARÎ YE'
Doner, bi lêv kir ku her kesên ji xwe re dibêj ez mirov im divê bertek nîşanî vê yekê bide û wiha axivî: "Wek malbata şehîd, ricayek me ji parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê heye. Ji bo wergirtina cenazeyan bila hewl bidin. Û bila mafê divê li kuderê bê definkirin bidin me. Beramberiya vê yekê ne di Qur'anê, tewrat, Încîl û Zebûrê de heye." Doner tiştên hatine kirin wek "barbariyê" şîrove kir û destnîşan kir ku li gel her tiştî jî ew li pêyî "mirovatî"yê ne. Doner ev tişt gotin: "Ew ax bi xwîna kalên me hatin kolandin. Kalikên şehîd li Çanakkaleyê, li wir û vir ji bo vê xakê xwîn rijand. Lê niha li vê xakê tehamulî gorên neviyên wan nayê kirin."
'EM Ê LI PÊYÎ CENAZEYÊN XWE BIN'
Cabbar Koç, kekê Abdûrrahîm Koç ê di sala 1994'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku ji bo kes xwedî li cenazeyên xwe xwedî dernekve cenaze hatin derxistin. Koç bi lêv kir ku tê xwestin wan û cenazeyên wan ji hev veqetînin û malbatan bi tenêtiyê re rû bi rû bihêlin. Koç ev tişt gotin: "Dema dest bidin pîroziyên civakekê, lê li hemberî vê yekê deng neyê derxistin, ew tê wateya ku tu tiştekî wê civakê nemaye. Em ê dengê xwe bilind bikin û xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Bi vî awayî tê xwestin ku nirxên me bêqîmet bikin. Heke em xwedî li nirxên xwe dernekevin em ê tune bibin. Ji ber vê em ê heta dawiyê ji bo wergirtina cenazeyên xwe tev bigerin û li pêyî wan bin." Koç diyar kir ku li cîhanê mînakeke wisa tune ye û wiha got: "Bi vî awayî tê xwestin ku wê heza ji bo gelê kurd û şehîdên wan ji dilê wan derînin. Lê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji ber vê bedêla wê çi dibe bila bibe em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin."
Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (YAKAY-DER) a bi KHK'ê hat girtin Helef Demîr jî got ew bawer nakin ku cenaze li Stenbolê bin. Demîr got heke ev yek rast bûna wê yeko yeko gazî malbatan bihatana kirin û wiha domand: "Wan hemû qanûnên xwe xistin dewrê û bi zanebûnî derxistin. Malbat û dayikên ku 20 sal li cenazeyên zarokên xwe geriyan, niha jî hestiyên wan tên windakirin. Wê kurd xwedî li şehîdên xwe, axa xwe derkevin. Bedêl çi dibe bila bibe wê cenazeyan wergirin. Ev mafê herî însanî ye. Dema mirov mir ziman, dîn û nîjadê wan çi dibe bila bibe, êdî ne ji vê cîhanê ye, ê axê ye. Ev tirs ji bo çî ye? Heke îro dewletên cşhanê behsa mirovahiyê, gel, huqûqê dikin nexwe divê li ser vê yekê jî bisekinin. Divê bibînin ku ev wehşet e."