*Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan, ku di danişîna ewil de hat berdan, got alîkariyên bi destûra walîtiyê hat berhevkirin û serdanên esnafan sûc hatine nîşandan.
*Çapemeniya berbelav bi dîmenên mîzansenî yên der barê êrîşên Efrînê de parve dike û dibêje "em li ser sînor in". Lê belê noqteya ku endamên çapemeniya berbelav lê bi cih dibin 10 kîlometre dûrî sînor e. Li hêla din jî şêniyên navçeyê tên mexdûrkirin û tekane daxwaza wan aştî û ewlehî ye.
*Şebap Doner, birayê Muhammed Doner ê cenazeyê wî ji Gorsitana Xerzanê hat derxistin, derxistina cenazeyan wek "barbartiyê" nirxand û wiha bang li parêzvanên mafên mirovan kir: "Em dixwazin ji bo wergirtina cenazeyên me hewl bidin."
*Dayikên Şemiyê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê yên bi taybetî zarok û jinan hedef digire dan û destnîşan kirin ku teşhîrkirina bedenên bêgiyan jî bêehlaqtî ye. Dayikên Şemiyê bi lêv kir ku wê jinên kurd şerê xwe yê li dijî paşverûtiyê bidomînin.
*Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de, der barê Îshan Ekîncî de gotibû di 2'yê Sibatê de di pevçûnê de hatiye kuştin. Lê belê derket holê ku Ekîncî ji sala 2016'an ve di girtîgehê de ye.
*Konseya Neteweyî ya Şîr, ji 1’ê Sibata 2018’an şûn ve bihayê şîr biha kir. Gundiyên li Erdexanê yên ji ber şîr hildiberînin, ji ber ku şîrê dê havînê bifiroşin pereyê xwe pêşîn sitendine ji bihabûna şîr sûd wernagirin.
*Endamê Şûreya DÎK’ê Ekrem Baran, diyar kir ku nabe ku ol di xizmeta dewletê de bê bikaranîn û wiha got: “Xwedê ji bo aştiya hemû kesî fermana têkoşînê dide. Hz. Muhammed jî ji eshabiyên xwe re digot, aştiya di navbera gelan de ji rojîgirtin û nimêjkirinê, ferztir e.”
*Ekolojîst Erol Çirak, bal kişand ser warên dîrokî yên li Efrînê ji aliyê topbarana TSK'ê ve hat wêrankirin û wiha got: "Talana ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê kir îro AKP OSO li Efrînê dike. Ertugrul Barka jî anî ziman ku di dîrokê de hemû talanker û dagirker bi heman hişmendiyê tev digerin.
*Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû yên NÇM’ê ji bo zarok zimanê xwe dayikê ji bîr nekin lîstika bi navê “Gûstêrk” amade kirin. Lîstik dê di 18’ê Sibatê de li Navenda Çanda Golge ya Esenyurtê bêpere bê pêşandan.
*Lêkolîner-nivîskar Mustafa Pekoz, diyar kir ku Tirkiyeya li Rojhilata Navîn ji derveyê têkiliyên hêzê maye, ji ber wê ketiye xefika Amerîka û Rûsyayê û ev tişt got: "Tirkiye bi tu awayî li Efrînê bi ser nakeve û vê pêvajoyê dest pê kir. Wer dixuyê ku dê ev operasyon bibe belaya serê Tirkiyeyê."
*Şêniyên Cindirêsê ku Tirkiye ji hewayê ve bombe dike û ji ber bombeyê şêniyên wê neçar man koç bikin, bang li Serokê Giştî yê AKP'ê kirin û gotin: "Me li hemberî kê şer da destpêkirin. Me çi ji we kiriye. Ev zilm, ev şer ji bo çî ye. Hûn çi ji me dixwazin."
*Li Cerablûsa ku Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû ji bo wê got "Qeymeqamê me lê heye", Walîtiya Kilîsê dest bi çêkirina girtîgehê kir. Her wiha îhaleya çêkirina girtîgehê jî Şîrketa Lîmîted a Înşeat, Taahud, Turîzm, Tekstîl û Pîşesaziyê ya Reytaşê girt.
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê 2'emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya 2 rojan berdewam bike li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê pêk bîne. (10.00)
* Danişîna doza 29 siyasetmedarên kurd ên ji Doza Sereke ya KCK'ê tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* 2'emîn danişîna doza kuştina Ayaz Ozdemir (6) û Furkan Oner (6) ên di bin blokên betonê yên Dibistana Turgut Ozal a Amedê de man û jiyana xwe ji dest dan, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)
* Danişîna doza melayê Mizgefta Îhlas a Bismilê ku îstîsmarî 5 zarokan kir dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.30)
* Şaxa SES'ê ya Stenbolê, dê têkildarî 11 kesên ku endama wan Fatma Akaltun Firat jî heye li ber Nexweşxaneya Dev û Diranan a Okmeydani daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)