ÎDLIB – Li Idlibê 3 rojin tiştên awarte pêş dikevin. Rûsya piştî balafira wê ket xwar, heta sinorê Reyhanli di nava amadekariyên operasyonê de ye. Tirkiye komên ASA yên girêdayî wê wekî hêz dişîne Sermeda û Etaribê. Li aliyekî din ji bo malbatên ku komên şandin Efrînê li Reyhanliyê kampan ava dikin.
Tirkiye, ji aliyekê ve komên girêdayên Artêşa Azad a li Îdlibê bi hinceta teqwiyê dişîne Efrînê û li aliyê din bi gelek çekên giran leşkerên TSK’ê li herêma Sermeda û Etarib ên bakurê Îdlibê bi cih dike. Tê gotin ev tevger bi lihevkirina Tirkiye rejîm, El Nûsra û Rûsyayê pêk hatiye. Hat ragihandin ku ji bo malbatên endamên komên ASA yên Îdlibê li Reyhanli ya Hatayê kampek tê avakirin. Li gor agahiyan, di çend rojên dawî de li başurê Helebê, gundewar û bajarê Îdlibê tevgerek awarte pêş dikeve. Tirkiye ku di encama lihevkirinê de şerê di navbêra komên Artêşa Azad (ASA)- Heyat Tahrîr El Şam (El Nûsra), El Nûsra-hêzên Rejîma Baas de dabûn rawestandin. Di 20’ê çileyê de êrîşa ser Efrînê dabû destpêkirin, piştî bendewariya “Di nava 3 seat an jî 3 rojan wê bikevin Efrînê” pêk nehat û her çiqas diçe hesaba kirine xira dibe, niha jî ketiye lêgerînên cuda.
3 ROJIN TEVGERA AWARTE HEYE
Hem li gundewarên başûrê Helebê û hem jî herêma Îdlibê ku di çerçoveya lihevkirinê ya ji bo êrîşa Efrînê şer û pêvçûn sekinî bûn, careke din tevgerek dest pê kir. Li gor agahiyan hêzên Rejîma Baas ku xwestin hin hêzên xwe li bakurê Îdlibê bi cih bikin di navbêra wan û Heyat Tahrîr El Şam de pêvçûnek demkurt derket. Dîsa balafireke Rûsan li başurê Helebê ku tê gotin ji aliyê El Nûsra ve bi çekên giran a ji hêla Tirkiye ve dabûn wan hat xistin û pîlotê balafirê jî ku bi paraşûtê xwe berda bû, ew jî hate kûştin.
Ev tevgera awarte ya Tirkiye careke din xiste nav lêgerînê û bi hinceta teqwiye bidin êrîşa li Efrînê hêzên ASA ên li herêma Îdlibê mabûn, bi taybet Koma Nûreddîn El Zenkî û Ahrar El Şam ji Îdlibê vekişandin.
TSK BI XWE DIÇE WIR
Hat ragihandin ku piştî xistina balafira Rûs, Tirkiye hemû komên girêdayên xwe vekişand û li gor hevdîtinekê taybet a Tirkiye bi generalên Artêşa Rejîmê û berpirsiyarên Rûsyayê re pêk aniye de, Tirkiye dê van koman ku pirsgirêkan derdixin vekişînin û hejmarek kêm leşkerên TSK’ê li hin cihên ji aliyê Rûsya ve hatiye diyarkirin bi cih bikin. Li ser vê esasî duh ber êvarê û îro (5’ê çileyê) serê sibehê, karwanek wesayît ên leşkerî ku hin çekên giran jî di nav de çek û cebilxane û leşker derbasî herêmên Sermeda û Etarib ên li bakurê Îdlibê kirin.
KAMPA NÛ YA LI REYHANLI GELO JI BO MALBATÊN ASA NE?
Li gor agahiyan, di çerçoveya hevdîtinan de, piştî duh û pêr Tirkiye wan endamên komên Artêşa Azad ji heremên Îdlibê vekişand, ji bo hin endamên birîndar û malbatên endamên van koman, li navçeya Reyhanli ya Hatayê dê kampek nû ava bikin. Tevgera Tirkiyê ku bi taybetî piştî ketina balafirê Rûs çêbû, tê gotin ku rayedarên Rûs ji xistina balafirê pir aciz bûye û diyarkirine ku divê tu hêzên ‘terorî’ li wê heremî nemîne. Hat destnîşankirin ku bi vê aciziyê re, biryara girtina riya hewayî ji nû ve nîqaş bikin û amadekarî ji bo vê tê kirin.
Tê gotin ku niha li Îdlibê li dijî Rejîma Baas tenê Heyat Tahrîr El Şam heye.
MA / Erdoğan Altan