AMED – KESK, DÎSK û TMMOB’ê li Amedê daxuyaniyek hevpar dan û ragihandin ku ew jî belavoka “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” ya TTB’ê îmze dikin.
Berteka li dijî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ku bi daxuyaniyê der barê êrîşên li ser Efrînê weşandibûn didome.
Li Amedê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) li avahiya Odeya Endezyarên Elektrîkê civîn li dar xistin û ragihandin ku ew belavoka “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” ya TTB’ê destek dikin.
'EM LI PIŞT DAXUYANIYA TTB’Ê NE’
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Bedîrhan Çetînkaya diyar kir ku ew li pişt belavoka TTB’ê ne û êrîşên li dijî Efrînê li dijî hiqûqê ne.
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatun jî belavoka TTB’ê ya ku weşandibû xwend.
Hatun piştî xwendina belavokê axivî û wiha got: “Em wek pêkhateyên ked û demokrasiyê yên KESK, DÎSK û TMMOB’ê, belavoka “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” ya TTB’ê îmze dikin.”