MINBIC - Gelê ku ji Şengal, herêma Cizîr û Firatê ji bo biçin Efrînê ketin rê û şeva xwe li Kobanê derbas kirin, li Minbiçê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Karwanê hawarê ji Minbiçê berê xwe dan Efrînê.
Bi hezaran welatiyên ji navçe û bajarên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê bi dirûşmeya “Ji dagirkerî û komkujiyê re na” ji bo biçin Efrînê duh bi rê ketin şeva xwe li bajarê Kobanê derbas kirin. Gel heya serê sibê li Qada Jina Azad bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” derbas kir. Girse serê sibê bi sedan wesayîtan ber bi Efrînê ve meşa xwe berdewam kirin, gihişt Minbiçê. Gel, piştî di Pira Qereqozak re derbasî Minbicê bû gelê Minbicê ew bi girseyî pêşwazî kirin. Karwana ku ji aliyê gelê Minbiçê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin, sedan kesên Minbiçê jî tev li karwanên xwe kirin û berê xwe dan Efrînê.
Karwana hawarê piştî li nava bajarê Minbiçê geriya û karwana Minbiçê ji tev li xwe kir ber bi Efrîne ve dimeşin.