STENBOL - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora meha çiyeyê ya der barê cinayetên karkeran de aşkera kir. Li gorî ÎSÎG'ê di meha Çileyê de 141 karkerî jiyana xwe ji dest da. Di raporê de karkerên agair berdane bedena xwe jî cih girin û tenê di meha Çileyê de 6 karkeran întixar kir.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora meha Çileyê ya bi sernavê "Cinayetên Kar" hatibû amadekirin, aşkera kir. Li gorî daneyên di raporê de di meha Çileyê de 141 kedkaran jiyana xwe ji dest da. Tiştên di raporê de derketin pêş wiha ne:
* Di meha Çileyê de 141 kedkarên jiyana xwe ji dest da, ji wan 120 karker in û ji kesên di statuya memûrtiyê de dixebitin, pêk tên. 21 cotkar û kesên xwedî axên piçûk, 32 kes li gorî hesabên xwe dixebitin.
* Du ji wan temenê wan 14 salî û di binê 14 salan re, bi giştî 5 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan.
* Cinayetên kar herî zêde înşaet, çandinî, metal, barkêşî û şaredarî/karên giştî de, qewimîn.
* Sedemên kar herî zêde ji bilindahiyê de ketin, qezayên trafîk/serwîs û eçiqandin/hezazê de derketin holê.
* Di meha Çileyê de herî zêde li bajarên wekî Stenbol, Bursa, Antalya, Kocaelî, Konya, Edene, Aydin û Îzmîrê karkeran jiyana xwe ji dest da.
* Karkerên jiyana xwe ji dest dane, 11'ê wan (sedî 8) karkerên sendîkayî, 130 karker (sedî 92) jî bê sendîkayî ne.
* 10 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 5 ji Sûriyeyê, 2 afgan, 2 pakistanî û kesek jî tacîk e...
6 KARKERAN ÎNTIXAR KIR
Di rapora ÎSÎG'ê de întixarên karkeran jî cih girt. Di meha Çileyê de 6 karkeran întixar kir û hat gotin li Tirkiyeyê karker ji ber deyn, mobbîng û bêkariyê serî li rêyên xwe kuştinê didin û ev tişt hat gotin: "Di sala 2013'an de Sitki Aydinê di înşaeta Sînpaş Altinoranê de dixebitî, di qata 3'yemîn de ket, patron tenê 200 TL dayê. 5 sal e doz dewam dike, 6 dozger guherîn. Bê kar ma. Di vê pêvajoyê de ji bo pêwîstiyên xwe 30 hezar TL kredî kişand. Piştre li ber deriyê TBMM'ê agir berda bedena xwe...
Mustafa Bîrgul ê li ber Şaredariya Balikesîrê agir berda bedena xwe 'Ez wisa dikim nabe, wiha dikim nabe. Ez keviran bikişînim, sergoyê berhev bikim lê bira karê min hebe. Ji bo bibe ibret min xwe şewitand.'
LI GORÎ SALAN DANE
Qasî ku hatiye tespîtkirin, di sala 2013'an de herî kêm 15 karker, 2014'an de herî kêm 25 karker, 2015'an de herî kêm 59 karker, 2016'an de herî kêm 90 karker, 2017'an de herî kêm 89 karker di nava kar de (ji derveyê kar lê girêdayî kar) dawî li jiyana xwe anîn.
'RASTIYÊN KU ŞER NEDA HÎNKIRIN'
Di raporê de bandora şer ya li ser civakê dike jî hat vegotin û ev tişt hat gotin: "Cinayetên kar û nexweşiyên pîşeyî zêde dibin, bêkarî û deyn zêde dibe, karker gelekî bê rêxistinî ne. An karker hêviyên xwe winda dikin û dawî li jiyana xwe tîtin, an jî rêbazên berxwedanê yên nû dibînin. Ji xwe dirûşma 'Ji bo jiyanê karkerê li berxwe dide' di vir de derdikeve holê. Divê çîna karkeran bi vê biryarê xwe bi rêxistin bike, di nava yekitî û piştgiriyê de be."
KARKERÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
141 karkerên di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: "Hasan Îşler, Îlyas Çeler, Halîd El Ahmad, Adle Ubeyd, Kemal Uyanik, Feyzullah Kenar, Aydin Dolmî, Yaşar Ustun, Oguzhan Erduran, Seher Kok, Ekrem Yavuz, Alî Tatar, Erkan Ulku, Meryem Çam, Mehmet Duman, Sigan Kertes, Murodbek Kurbonov, Osman Çelebî, Yaşar Acar, Mahmut Deneme, Engîn Şenturk, Omer Aktaş, Dursun Savaksiz, Adem Porsuk, Oktay Porsuk, Agil Resid, Hîkmet, Orhan Taş, Okan Çokaslan, Murat Sert, Fevzî Çitak, Şeref Başkuş, Ersan Gulten, Ahmet Tayyar Balkaya, Emrah Tutumlu, Muammer Kilinç, Kadîr Zeytîn, Muharrem Alkan, Îlyas Unlu, Oguzhan Dînçel, Yilmaz Sagun, Nurettîn Akyuzlu, Galîp Onmaz, Ayhan Ataç, Eren Gudu, Bayram K., Kemal Bozdogan, Furkan Çakir, Mahmut Bulut, Vehîp Yekîn, Ozgen Gul, Basrî Akkuş, Ayhan Kole, Alî Altiparmak, Mesut Tamîmî, Şenol Yilmaz, Huseyîn Karagul, Suleyman Ender, Ahmet Topçu, Şukru Parlak, Saffet Toglu, Osman Ozdemîr, Yasîn Çelîkkafa, Mustafa Yildirim, Hayatî Karaaslan, Denîz Magarali, Oznur Aman, Muvaffak Aras, Mehmet Arasan, Huseyîn Kuçuk, Mehmet Toprak, Beytullah Yagcı, Huseyîn Yurdakul, Îsmaîl Ateşçî, Mahsum Îzgî, Îskender Sapmaz, Emrah Olmez, Muhammed Selman, Savaş Çevrîm, Maşallah Daş, Orhan Bîngol, Ahmud El Hamdo, Ahmet Kaya, Sînan Toksoz, Cumalî Yildiz, Fahrî Turkmen, Selahattîn Çoban, Musa Turkel, Musa Duşkun, Mustafa T., Yahya Akbuga, Îmdat Şenyurt, Mehmet Fehîm Kaplan, Serdar Pala, Fethî Korpe, Abdullah Y., Îsa Demîr, Cemîl Ozdemîr, Ozgur Kaya, Sefa Aşik, Yasîn Tanboga, Şahîn Elîtaş, Eşref Yildiz, Îsmet Fîlîzler, M.K., C.T., Mehmet Yalçin, Gultekîn Ulus, Racî Kirandi, Suleyman Topal, Osman Buyuk, Nevzat Uysal, Yalçin Dortbudak, Zafer Çelîk, Yaşar Ozgan, Emrullah Balçik, Kemal Erkencî, Sabrî Aygan, Yilmaz Guneş, Ersan Ozkan, Erkan Kayatekîn, Alperen Atabay, Mahîr Çelîk, Huseyîn Gumuş, Mehmet Alî Koluman, Z.Y., Mursel Çavuldak, Mesut Kulabaş, Akîf Gul, Faruk Yuksel, Fîkret Acar, Adnan Ercan, Muhammed Îslam, Tosîf., Asad., Tolunay Cayit, Alî Riza Gurbuz, Akay Yenîlmez, Îslam Kocakoç, Erdal Ozcan û karkerekî ku me navê wî piştrast nekir."