ENQERE - 8 endamên Konseya Navendî yên TTB'ê ku 7 rojin di bin çavan de bûn sewqî edliyê kirin.
11 Endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabibên Tirk (TTB), li ser sorkirina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan bi sedema îmze avêtine bin daxuyaniya "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" di 30'ê çile de hatin binçavkirin. 3 endamên konseyê Sînan Adiyaman, Şeyhmus Gokalp, Ayfer Horasan, piştî 3 rojan di bin çavan de man di 2'ê Sibatê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 8 endamên konseyê piştî 7 rojan di bin çavan de man îro sewqî edliyê kirin. Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Raşit Tukel û endamên Konseya Navendi ya TTB'ê Selma Gungor, Hande Arpat, Taner Goren, Funda Obuz, Yaşar Ulutaş û Nazim Yilmaz di saetên nîvro de derxistin edliyê. Îfadeya hekîm Berber, Guren, Nazım û Ulataş li dozgeriyê hat girtin, hekîmên din jî hêj li nezaretxaneya edliyê tên rawestandin.
Piştî hekîm derxistin dozgeriyê hekîm û nûnerên rêxistinên demokratîk li ber edliyê kom bûn. Bi sedan kes li edliyê kom bûn û piştgirî anîn ziman. Di nava girsê de parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî hatin edliyê.