ENQERE - Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Bariş Ceyhan, ji ber ku lêgerîna tazî ya li girtîgehê red kir, rastî lêdanê hat. Ji ber ku sênîk/lalîka wî tune xwarin nedan wî û bi zorê porê wî jêkirin.
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Muhammed Bariş Ceyhan jê ji ber parvekirinên medya civakî ya der barê Efrînê de di 31'ê Çile de hat binçavkirin û girtin sandin Girtîgeha Tîpa L-2 a Sîncanê. Parêzera Ceyhan Şevîn Kaya ya di 2'ê Sibatê de li Girtîgeha Sincanê hevditin kir, diyar kir ku piştî Ceyhan hat binçavkirin û girtin ew şandin girtîgehê. Kaya, da zanîn ku ji ber ku gardiyanan xwestiye wî di lêgerîna tazî re derbas bikin û wî ev yek qebûl nekiriye li wî dane û wekî ‘Xayinên welat' bi nav kirine. Kaya, anî ziman ku roja din jî dîsa neheqî lê hatiye kirin û 3 rojin ji ber sênîk/lalika wî tune xwarinê nadin wî. Prz. Kaya, anî ziman ku tevî daxwazname daye rayedaran jî heta niha pêdiviyên wî yên sabûn, sênîk û amûrên xwarinê nehatiye dayîn û 3 rojin tenê nanê tisî dixwe. Prz. Kaya, bilêv kir ku bi zorê porê wî jê kirine û niha bi tenê dimîne.
Kaya, herî dawî anî ziman ku dê der barê van pêkanînan de serlêdana sûc bike.