AMED - Di sala 2015'an de bi ser mala hocreyî ya DAIŞ'ê de girtibûn, 2 polîs û 7 endamên DAIŞ'ê miribûn, N.T. ê wekî "Emîrê DAIŞ'ê yê Amedê" dihat zanîn piştî demekê di girtîgehê de mabû, tahliye bû. Doza der barê N.T. û 13 bersûcan de vekirin, di navbera 8 û 27 salan de ceza ji wan re xwestin.
Li navçeya navendî ya Peyasa Amedê di 26'ê Cotmeha 2015'an de, li dijî mala hucreyî ya DAIŞ'ê operasyon pêk hatibû, 2 polîs û 7 endamên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Doza der barê bûyerê de hat vekirin, mutalaya der barê 18 bersûcan de pêşkêşî dadgehê kirin. Lêpirsîna ku Serdozgerê Komarê yê Amedê bi rêve dibir, kesên bi navê O.T., O.U., M.B., V.O., N.T., M.D., M.Î., A.S., M.A., C.E., B.Y., Î.Ç., J.D., O.B., M.B., E.E. hatibûn girtin, 2 kes jî bê girtî dihatin darizandin û serbest berdabûn. Dozger der barê 18 kesan de bi sûcdariya "Endamê rêxistina çekdarî", "Madeyên xeter li gel xwe girtine" û "Qanûna çekan binpê kirine" ji 15 salan heta 37 salan cezayê ji bersûcan re xwest.
Di 25'ê Cotmeha 2016'an de doza li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin 12 bersûc hatin berdan, di doza 17'ê Cotmeha 2017'an de jî bersûcek hat berdan. Di doza 20'ê Hezîrana 2017'an de jî N.T. ê wekî emîrê DAIŞ'ê yê Amedê dihat zanîn jî di nav de, 3 bersûc tahliye kirin û di dozê de kes girtî nema.
CEZAYÊ WEKÎ XELAT DAN WAN
Serdozgerê Komarê yê Amedê, mutalaya xwe ya esasî ya der barê doza ku taloqî meha Gulanê kiribûn de amade kir, pêşkêşî dadgehê kir. Dozger di mutalaya xwe ya esasî de kesên di malê de girtibûn wekî "Endamê rêxistina çekdarî", "Madeyên xeter li gel xwe girtine", "Qanûna çekan binpê kirine", "Bê destûr çek li gel xwe girtine" û "Di ewraqan de sextekarî kirine", der barê J.D., B.Y., A.S., V.O. û M.E. de biryara beraetê xwest. Her wiha dozger der barê hin bersûcên din de jî biryara "Di malê de çek kom kirine" û "Teqemenî anîme malê" de jî biryara beraetê xwest. Di mutalayê de hat xwestin kesên bi navê N.T. û C.E. ên wekî emîrên DAIŞ'ê yên Amedê tên dîtin û bi sûcdariya "Endamê rêxistina çekdarî" û "Di malê de çek kom kirine" heta 18 salan ceza ji wan re xwest, der barê 2 bersûcan de jî bi hinceta "Teqemenî li gel xwe gerandine" ji wan re beraet xwest.
Dadgehê xwest M.Î. 22 sal û nîv, Î.Ç 8 sal û M.D jî bi 27 salan bê cezakirin.