ENQERE - Heyeta dadgehê xwest şahida "Doza JÎTEM'ê ya Qoserê" Zeynep Yalinkaya bê guhdarkirin û danişîna dozê taloq kir.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di navbera 1992-1996'an de 22 mirov hatibûn kuştin, 13'emîn danişîna dozê ya di nava raya giştî de wekî "Doza JÎTEM'ê ya Qoserê" tê zanîn, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Bersûc Mehmet Salîh Kiliçaslan ê ji dozeke din girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna dozê bû. Bersûcên din ên bê girtî tên darizandin tev li dozê nebûn, parêzer bersûcan û malbatên mexdûr bi parêzerên xwe re li dadgehê amade bûn.
DOZ TALOQ KIRIN
Heyeta dadgehê, xwest şahida bi navê Zeynep Yalçinkaya di danişîna dozê ya din de amade be, ji ber wê dosya tê dewamkirin, heke fermanê neynin cih dê der barê kesên eleqedar de lêpirsîn bê destpêkirin.
Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 26'ê Nîsanê kir.