ENQERE - Wezareta Karên Hundir, diyar kir ku 449 kesên li dijî operasyona li ser Efrînê nivîsandine û 124 kesên tev li çalakiyên li dijî operasyona li ser Efrînê bûne hatine binçavkirin.
Êrîşa TSK-OSO ya li ser Efrînê di roja 17'an de berdewam dike. Kesên bertek û nerazibûnên xwe dînin ziman rastî lêpirsînê tên û tên binçavkirin. Wezareta karên hundir hêjmara kesên hatin binçavkigrin aşkere kir. Wezareta Karên Hundir, diyar kir ku 449 kesên li dijî operasyona li ser Efrînê nivîsandine û 124 kesên tev li çalakiyên li dijî operasyona li ser Efrînê bûne bi sedema “propaganda rêxistinê kirine" hatine binçavkirin. Di nava kesên gotin "Ji şer re na" û hatin binçavkirin bijîşk, rojnameger, siyasetmedar, nivîskar û sendîkavan jî hene.