EFRÎN - Wezîrê Parastinê yê Efrînê Behçet Ebdo, diyar kir ku Tirkiye bi gotinên wekî "QSD cilên sivîlan li xwe dike", amadekariya komkujiyan dike û ev tişt got: "Ev rêbaza şerê taybet e. Ji bo kuştina sivîlan hincetan derdixin."
Tirkiyeyê bi piştgiriya hêzên di bin serweriya xwe de, ji hewa û bejahî ve 17 roj e êrîşê Efrînê dike. Duh li navenda Efrînê bi deh hezaran kes derketin qadan, îro jî ji Qamişlo û Şengalê bi hezaran kes ketin rê û ber bi Efrînê ve dest bi meşê kirin. Ji hêla din ve li navçeyên Cindirês, Raco, Bilbilê û Şiyê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û komên girêdayê Tirkiyeyê de şerên dijwar rû didin. Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayê wan nikarin bi pêş de biçin, îdiaya "QSD cilên sivî li xwe dike" avîtin holê. Wezîrê Parastinê yê Efrînê Behçet Ebdo, bal kişand ser van îdiayan û destnîşan kir ku Tirkiye bi van gotinan êrîşên hewayî rewa dike û dixwaze hovîtiya li dijî welatiyên sivîl veşêre.
'DIXWAZE KUŞTINA SIVÎLAN REWA BIKE'
Ebdo da zanîn ku ruxmê hemû teknolojî û çekên giran jî Tirkiye nikare bi pêş ve bê, ji ber ku di êrîşên hewayî de gelek sivîlan qetil kirin, ji bo li ser kuştina sivîlan bigire, bûyerên berovajî dike. Ebdo bi lêv kir ku ji bo li ser mirinan binuxumîne, bingeha komkujiyên mezin amade dike û wiha pê de çû: "Hemû cîhan û raya giştî dizane. Ew îro dibêjin ku 'Em li QSD'ê didin' lê di bin vê propagandaya qirêj de, gel, zarok û şêniyên li herêmê dikujin. Ruxmê hemû rêbazan jî tu pêşketin di wan de tune. Nihajî dibêjin ku 'QSD cilên sivîl li xwe dike.' Ev rêbaza şerê taybet e. Vê yekê tînin ziman û bombebaranê rewa dikin. Dîsa dixwazin li ser kuştina sivîlan bigirin. Her kes baş dizane, Tirkiye ji mirinên nû re amadekariyê dike. Navê vê komkujî ye. Dixwazin bingeha vê amade bikin. Em hêza xwe ji gel digirin. Em bi gelê xwe re li eniya şer têkoşînê didin. Emê destûrê nedin ew bikevin axa me."
MA / Nazim Daştan