ENQERE - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, bal kişand ser binçavkirina rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê û wiha got: "Binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê di dîrokê de tiştekî yekemîn e. Ev di dîrokê de nayê ji bîr kirin. Ev danezana hekîman nebe nabe ye."
11 Endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabibên Tirk (TTB), li ser sorkirina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan bi sedema îmze avêtine bin daxuyaniya "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" di 30'ê çile de hatin binçavkirin. 3 endamên konseyê piştî 3 rojan di bin çavan de man di 2'ê Sibatê de hatin berdan. 8 endamên konseyê hêj di bin çavan de tên girtin. Bertek û nerazibûnên li dijî binçavkirina endamên TTB'ê her ku diçe zêde dibin. Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metîn Bakkalci, bal kişand ser binçavkirina rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê û wiha got: "Binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê di dîrokê de tiştekî yekemîn e. Ev di dîrokê de nayê ji bîr kirin. Ev danezana hekîman nebe nabe ye."
'EV DÊ NEYÊN JI BÎR KIRIN'
Bakkalci, anî ziman ku operasyona li dijî Endamên TTB'ê pêk hat dê di dirokê de neyê ji bîr kirin û wiha got: "Yekem car endamên Konseya Navendî ya TTB'ê û yekane rêxistina pîşeyî ya hekîman tevahî endamên TTB'ê 11 mirovên xweşik hatin binçavkirin. Yekem car ev war ji aliyê polîsan ve deriyê wê hat şikandin û polis ketin hundirê wê. Polîsan li hundirê wê lêgerîn kirin. Ev tiştekî yekem e. Evana dê neyên ji bîr kirin."
'JI BO HEKÎMTIYÊ NEBE NABE'
Bakkalci, anî ziman ku danezana "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" ji bo TTB'ê û hekîman mijara nebe name ye û wiha berdewam kir: "Vê danezanê bikin sedema operasyonê qet nayê qebûlkirin. Yekane sedema hebûna hekîman parastina jiyana mirovan e. Pêşxistina jiyana mirovan e. Ji ber vê yekê hemû tiştê ku jiyanê û mirovan tehdît dike divê li dijî wê helwesta xwe dînin. Ger ku bûyerek derkeve jî divê wê rast bikin û derman bikin. Ev rêgez ji bo hekîmtiyê nebe nabe. Di destê me de du pîvan hene. Yek jê nirxên sincî yên hekîmtiyê ne. Ya duyemîn nêzîkatiya zanistî ye.
'DIVÊ JI HEVALÊN ME LÊBORÎN BIXWAZIN'
Bakkalci, anî ziman ku ji roja pîşeyê hekîmtiyê derketiye holê heta niha ev rêgez û pivan hene û wiha bi dawî kir: "Danezana ku ji aliyê TTB'ê ve hat belav kirin, ne tenê mijara îro ye. Ji roja pîşeyê hekîmtiyê derketiye holê heta îro didome. Ger ku hekîmek li dijî vê danezanê derkeve wê demê pirsgirêk e. Kesekî li dijî vê danezanê derkeve nikare bibe hekîm. Ji ber vê yekê inçavkirna endamên konseya navendî, serdegirtina navendê ne tiştekî ji rêzê û hiqûqî ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî hevalên me yên di bin çavan de serbest bên berdan. Ya din jî divê ji hevalên me lêborîn bê xwestin. Divê hemû astengiyên li pêş pişeya me ji holê bên rakirin. Raste li Tirkiye rewşek awarte heye. Lê rewşa Awarte hebe jî ev nayê qebûl kirin. Ji bo em vê rewşa awarte ji ser xwe bavêjin divê nirxên azadî û demokrasiyê pêş bikevin. Ger ku em ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê xurt nekin ev rewş dê bêtir xera bibe. Em hevî dikin ku bi lezgîn hevalên me berdin û vê şaşiyê rast bikin. "
MA/ Dîren Yurtsever