STENBOL - Endamên OHP'ê, encama Projeya Edaletê ya Cîhanê ku Tirkiye di 12'emîn rêza Endeksa Serdestiya Hiqûqê de nişan dide nirxand û diyar kirin ku îktîdar hiqûqê wekî darê zordestiyê xistiye destê xwe. Endamên OHP'ê destnişan kirin ku îktîdar bi OHAL û KHK’ê vê rewşê bêtir pîne dike.
Projeya Edaleta Cîhanê (JWP) ku her sal nirxandina pergala hiquqa welatan dike, "Endeksa Serdestiya Hiqûqa 2017'an amade kir. Li gorî ve endeksê Tirkiye 2 pêlik paşve çû û di nava 113 welatan de daket rêza 101'an. Tirkiye di nava 13 welatên Ewropa yên Rojhilat û Asya Navîn de di rêza herî dawî de cih girt. Di heman endeksê de ji sala 2014'an heta niha welatê herî bi rêk û pêk paşve diçe Tirkiye ye. Di sala 2014'an de di rêza 59, di sala 2015'an de di rêza 80'emîn, di sala 2016'an de di rêza 99'an de cih girt.
Parêzerên Endamên Platfroma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) rewşa Tirkiye ya hiqûqê nirxandin.
Endamê OHP'ê Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku Komara Tirkiye ji avabûna xwe heta niha pirsgirêka hiqûqê dijî, lê tu carî bi qasî niha paşve neçûye. Prz Çakmak, anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê polîtîkayên hikûmetê yên hiqûqê bêtir hişk bûye.
'HIQÛQ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN ÎKTÎDARÊ PÊŞ DIKEVE '
Çakmak, ani ziman ku di civakên ku hişmendiya hiquqê di nava wê de baş nehatibe famkirin û bi cih nebûbe, her dem li gorî berjewendiyên îktîdarê pêş dikeve û wiha got: "Di civakên ku hiqûq pêş neketibin de îktîdarên siyasî her dem wan li gorî berjewendiyên xwe dixe meriyetê. "Mixabin di serdema ku hiqûq ketiye destê siyasetê de em nikarin behsa serdestiya hiqûqê bikin. Sedema vê yekê jî îktîdara siyasî hiqûqê wekî amûra tundiyê xistiye destê we. Em di vê serdemê de rastî minakên balkêş tên. Di serdema dawî de dadgeha herêmî biryara Dadgeha Qanûna bingehin (AYM) nas nekir. Ev niqan dide ku rewşa hiqûqê di çi astê de ye. Dîsa Hekîmên Cezayê Sulhê bi hêsanî biryarên giritnê dide. Sedema ve yeke jî wekî 'Di yekemîn rûniştinan de Dadehên Cezayên Giran dê wan serbest bên berdin' nîşan didin."
Çakmak, da zanîn ku di rewşa ku bandora hiqûqê tune be, zêde hiqûq li ber çavan nayê girtin û di van şerdan de jî bi awayekî asayî qîmeta hiqûqê dikeve bin piyan."
'HIQÛQÊ DIKIN DARÊ ZORDESTIYÊ'
Prz. Omer Çakirgoz jî anî ziman ku îktîdar hiqûqê wekî darê zordariyê girtiye dest û wiha got: "Bi taybetî bi OHAL û KHK’ê vê rewşê bêtir pine dike. Bi taybetî li ser kesên muxalif, kurd, elewî, gelên din, rojnameger, parazvanên mafên mirovan û parêzeran wekî darê zorê digire dest. Çakirgoz, anî ziman ku ev rastkirinên hiqûqî bêtir wekî rastkirinên îdarî girtiye dest û wiha got: "Tişta tê meşandin meclis li servê pergalê hatiye hiştin. Naveroka KHK'yan amûra zextan e. Bi taybetî cilên yek tîp, meş, daxuyanî, mafê serlêdana dagehê minakên ku bi KHK'yan pîne dikin.
Prz. Îlknur Alcan jî ani ziman ku bi taybeti piştî OHAL'ê KHK yên hatin derxistin li dijî hiqûqê ne û wiha got: "Piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn got ‘Erka min a ez venêrtina peywir û erka KHK'an bikin tune ye' bi awayekî fîîlî xwe belav kir. Niha saziya hiqûqê ya biryarên îktîdarê venerê tune ye. Bi awayekî xwezayî dema KHK'yan nîne meclîsê û meclîs biryarê nede tu rol û rista meclîsê tune ye. Niha tu saziyên ku îktîdarê venêre tune ye. Ji ber vê yekê dewleta hiqûqê tenê bi gotina kesekî tê bi rêvebirin. Ji ber ve yekê ewlehî û baweriya hiqûqa welat jî tune dibe. Ji bo îktîdara xwe saxlem bike çiqas muxalif hebe hemûyan bêdeng dike. Wan binçav dike û digire. Hem hevalên me yên parêzer û hem jî nûnerên rêxistinên din di heman rewşê dene. Em dibînin ku ev kes ji bo îktîdara xwe qesm bikin her tiştî dikin."