HATAY - Êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 16'an de berdewam dike. Di êrîşê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker birîndar bûn.
Operasyon û êrîşa TSK-OSO ya li dijî gelê Efrînê di roja 16'an de berdewam dike. Di êrîşa îro ya li dijî gelê Efrînê de 2 leşkerên din jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn. TSK'ê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku di 04'ê sibata 2018'an de di operasyona li dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞ'ê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 5 leşker birindar bûne.