AMED - KCD’ê derbarê Celal Şeker ê li girtîgehê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku Celal Şeker ligel hemû serlêdanan nehat berdan û got: "Em rêbazên polîtîkayên dewletê yên girtiyên nexweş dikuje, şermezar dikin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê Celal Şeker ê ji sedî 96 astengdar bû û ligel rapora wî ya “Nikare di girtîgehê bimîne” hebû, nehat berdan û li Girtîgeha Tîpa D Amedê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, êrîş û îşkenceyên 12’ê Îlona 1980’î di roja meya îro de jî berdewam dikin. Polîtîkayên teslîmgirtina girtiyan, pêkanên kincên yek tîpî, pêkanînên tasfiye kirinê, girtin, binçavkirin û êrîşên li dijî muxalefeta demokratîk ên li Tirkiye û Kurdistanê kirine dewrê.”
‘GIRTIYAN TERKÎ MIRINÊ DIKIN’
KCD’ê, da zanîn ku polîtîkayên dewletê yên rêbazên kuştinê yên bi demê re hiştin ên li ser girtiyên nexweş ferz dikin, êdî girtîgeh vuguherandine îşkencexaneyê û wiha domand: “Ligel raporên “Nikarin di girtîgehê de bimîne” jî, îro bi sedan girtiyên nexweşîna giran di girtîgehan tên girtin û wan terkî mirinê kirine.”
'LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ PIŞTEVANÎ’
KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Her dawî bi Celal Şeker re Murat Saat jiyana xwe ji dest dan. Ev encamê polîtîkayên îşkence û tol hildanê ne. Niha li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ji ber nexweşînên xwe yên giran bi mirinê re rû bi rû ne. Ev pêkanînên dij mirovahî yên li ser girtiyan tên meşandin, ji hiqûqê durin. Em bang li hemû sazî, dezgeh û kesên hestiyar dikin ku bi hestiyar tevbigerin. Em banga piştevaniya bi girtiyan re li hemû kesê dikin. Em sersaxiyê destpêkê ji malbata Celal Şeker, hemû dost û hevalên wê re dixwazin û dibêjin serê we saxbe. Em van rêbazên kuştin û îşkneceyê yên li ser girtiyan tên ferz kirin, bi tundî şermezar dikin.”