NAVENDA NÛÇEYA – Li Îtalyayê 98 akademîsyenên bal kişandin ser êrîşa Tirkiye û hêzên OSO'yê ya li ser Efrînê û bang li Papa kirin û jê xwestin ji bo Efrînê bikeve nav hewldanan.
Êrîşên TSK û OSO'yê yên li dijî Efrînê di roja 16'emîn de dewam dike, li her derê cîhanê piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê zêde dibe. Herî dawî li Îtalyayê 98 akademîsyênên navdar ji bo piştgiriya Efrînê bang li Papa kirin û dan zanîn ku êrîşên li dijî Efrînê êrîşa li dijî jiyanê ye û xwestin êrîş bên rawestandin.
Bangawaziya 98 akademîsyênên Îtalî îmze kirin û duh di Îl Manîfestoyê de hat weşandin wiha ye:
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de derketin, Papa Francis ji bo qeyrana Qudsê Erdogan vexwendiye. Qaşo Erdogan bertek nîşanî DYA'yê dabû ku Balyozxaneya xwe ya li Qudûsê nebe wir û Qudûsê wekî paytexta Îsraîlê îlan neke û ev helwesta DYA'yê rexne kiribû.
Her çendî Serokomarê Tirkiyeyê bi meseleya Qudûs û Fîlîstiniyan re eleqeder bibe jî di nava welatê xwe de gelekî otorîter e û ber bi dîktatoriyê ve diçe.
Tirkiye di 20’ê Çileyê de li dijî hêzên kurd êrîş da destpêkirin. Hêzên kurd DAÎŞ li Iraq û Sûriyeyê têk birin, şerekî nû dan destpêkirin.
Tirkiye bi dagirkeriya xwe ya li Bakurê Sûriyeyê re dê rê li ber şerekî giran veke. Evê bibe sedema gelek pirsgirêkên mirovî.
Li Sûriyeyê herêmên ku ji DAÎŞ’ê hatine paqijkirin ne tenê kurd dijîn. Bi taybetî li Efrînê gelek civakên cuda bi hev re dijîn.
Êrîşên li dijî Efrînê bi awayekî zelal binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Di heman demê de jiyana hevpar û aştiyane tê sabotekirin.
Berî 2 rojan jî ji cihana hunerê ya alman 91 derhêner, lîstikvan, muzîkjen û akademîsyenan li dijî hewldana dagirkirina Efrînê bi nameyeyke vekirî bang li Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kirin. Kesên navdar ji Angela Merkel xwestin ku bi rengekî zelal bibe xwedî helwest.