EFRÎN - Balafirên şer ên TSK'ê zarokekê 4 salî li gundê Kefer Sefra yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê birîndar kirin.
Balafirên şer ên Artêşa TSK'ê sibê gundê Kefer Sefra yê girêdyî navçeya Cindirêsê ya Kontona Efrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zarokê bi navê Hemîd Reşîd ê 4 salî ji serê xwe de birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Efrînê.
Bijîşkan, diyar kirin ku rewşa Hemîdê biçûk baş e.