ENQERE - Endam û rêveberên TTB'ê, binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TBB'ê şermezar kirin û gotin: “Rêveberên me, mafê me yê em ramanên xwe îfade bikin bi lezgîn serbest berdin"
Endam û rêveberên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ku li dijî operasyona Efrînê deklerasyona “Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" belav kirin şermezar kirin û xwestin hevalên wan zû serbest bên berdan. Piştî Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê deklerasyona li dijî şerê Efrînê belav kirin di serî de ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ve hedef hat nîşandan û piştre di 30'ê Çile de 11 endamên konseyê hatin binçavkirin. Ji 11endaman 3 endam di 2'ê Sibatê de hatibûn berdan. Hêj 8 endamên Konseya Navendî ya TTB’ê di bin çavan de ne.
POLÎSAN HIŞYARIYA EFRÎNÊ KIR
Endam û rêveberên TTB'ê, binçavkirina 8 rêveberên xwe li ber navenda giştî ya TTB'ê bi daxuyaniyê şermezar kirin. Beriya rêveberên TTB'ê daxuyanî da, polîsan avahiya navendê dorpêüç kir. Polîsan beriya daxuyaniyê rêveberên TTB'ê hişyar kir û xwest têkildarî operasyona Efrinê daxuyanî nedin.
Gelek endam û rêveberên Odeyên Tabîban, yên ji bacarên cuda hatin, li vir daxuyanî dan. Li ser navê tabîban Seroka Odeya Tabîban a Mêrsinê Ful Ugurhan daxuyanî da. Ugurhan, bi gotina “Endamê Konseya me bi lez serbest berdin" dest bi daxuyaniyê kir û diyar kir ku sedema binçavkirina rêveberên wan li dijawarte ye. Ugurhan, anî ziman ku ew heta niha qet rastî pêkanînên wisa nehatine û wiha got: "Ne di salên 1950’an de, ne di salên 60’an, 12'ê Adaran, û ne jî di salên 80’an de em rastî tiştekî wisa nehatin. Em niha rastî zext û zordariyên herî zêde li dijî hiqûqê tên.
‘DEMA ME LÊPIRSÎN BIHÎST ME RANDEVÛ XWESTIBÛ'
Ugurhan, anî ziman ku di dîroka Tirkiye de tu carî li gorî pênaseya “dewleta hiqûqê" derbas nebûye û wiha got: “Lê bi qasî niha jî tiştekî ecêb pêk nehatiye. Endamên Navenda Konseya me hatin binçavkirin û li avahiya me lêgerîn hat kirin. Ev êrîşa li dijî TTB’ê ye. Piştî rêveberên me bihîstin der barê wan de lêpirsîn heye, parêzerên TTB'ê ji serdozgeriyê randevû xwestin. li ser navê konseyê randevu xwestin. Diyar kirin ku ew ji lêpirsînê re amade ne û çi belge hewce dikarin amade bikin."
BILA RAMANA ME BÊ BERDAN
Ugurhan, anî ziman ku ew qet pêkanînên dijhiqûqî yên der barê TTB’ê de qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "TTB yek sîwana rêxistina hekîman e. Em carek din bi hevre yek dil û yek aqil in. Em dibêjin bi lez rêveberên me û mafê îfadeya ramana me serbest berdin."
Hekîmên tev li daxuyaniyê bûn, piştî sonda hekîman xwendin, banga piştevaniya 8 endamên konseyê ku sibê derkevin pêşberî edliyê kirin.