EFRÎN – Bi deh hezaran welatiyên Efrînê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan û bi meşekê êrîş şermezar kirin.
Êrîşa TSK-OSO ya li dijî gelê Efrînê di roja 16'emîn de berdewam dike. Bi deh hezaran welatiyên Efrînê bi armanca li dijî êrîşa TSK-OSO ya li ser Efrînê şermezar bike meşek girseyî pêk anîn. Meşa bi heybet a gelên Efrînê bi dûrişmeya"Bi îradeya gel em ê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê têk bibin"dest pê kir. Meşa girseyî ji Çerxereya Newroz a navenad bajarê Efrînê hate destpêkirin. Meşvanan şaxên zeytûnan û al û sembolên Bakurê Sûriyê rakirin. Hemû partî û rêxistinên sivîl tevlî meşê bûn. Gelên Efrînê di meşê de peyama dewamkirina berxwedanê dan êrîşkaran.
Bi dehan hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û hemû endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser beşdarî meş bûn. Meşvanan alên YPG, YPJ, QSD, PYD, TEV-DEM, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şaxên zeytûnan rakirin. Pankêrtin ʺGefên Tirkiyê îradeya gelê Efrînê naşkîne", "Berxwedana Serdemê îro li Efrînê ye", "Bi giyanê şehîd Avesta Xabûr wê Efrîn biserkeve", "Efrîn serê xwe natewîne", "Efrîn keleha berxwedanê ye", "Erdogan û DAIŞ`ê yek in" û "Ev welatê zeytûn û berxwedanê yeʺ vekirin. Bi hezaran kesan bê navber dirûşmeyên ʺSilavkirina berxwedana QSD`ê", "Gelê Kurd û Ereb yek e", "Bi can bi xwîn em bi te re Efrînʺ beriz kirin.
Piştî meş li kolanên sereke ya Efrînê dest pê kir, li pêş nexweşxaneyan Dêrsim veguhrî mîtîngê. Mîtîng bi bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd axivî û got: ʺEm bi gelê Efrînê û şervanên wê serbilind in. Bi saya berxwedana gelê Efrînê û şervanên wê, tevî bikaranîna hemû çekên giran û balafiran plana dagirkirina Efrînê têk çû. Em ê ji warê Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr hemû planên dijî gelê Kurd têk bibin. Berxwedana Serdemê wê bibe şoreşa demokratîk li Rojava û Rojhilataa Navîn.ʺ
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Ebd Hemîd Mistefa, li ser navê gelê Ereb axivî û diyar kir ku gelê herêma Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe bi ax û welatê xwe ve girêdayî ye û wiha got: ʺQSD, YPG û YPJ`ê destanên qehremanî dinivîsnin û rêya têkoşînê ji her kesî re vekirin. Tevahiya cîhanê bû şahîdê lehengên QSD`ê li eniyên Efrînê. Em axa xwe ji dagirkeran nahêlin. Em ê ax, dîrok û şaristaniya xwe û destkefitiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin. Em ji her kesê bi rûmet û şerîf re dibêjin li hemberî kujerê zarokan û sivîlan dengê xwe bilind bikin.ʺ
Endama Koordînesyona Kongreya Star Hêvîn Hisên jî axivî û wiha got: ʺGelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe vê planê dizanin û li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li berxwe didin. Em wekî jin jî em ê piştiya xwe bi şervanên xwe yên li eniyên şer dewam bikin û rêya şehîdên xwe bişopînin.ʺ
Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.