ŞIRNEX – Dosyaya 48 kesên li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, beyî ku bê şopandin bi dawî bû. Parêzer Newroz Uysal, diyar kir ku kesên di dema qedexeyê de di girtîgehê de bûn û wekî şahid di dosyayê de cih digirin, der barê Wezareta Navxweyî de doz vekirine, lê wezaretê xwe xistiye cihê dozger.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de rayedarên dewletê qedexeya derketina derve îlan kir, di şer de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Parêzerên girêdayî Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane serî li Serdozgerê Komarê yê Cizîrê dan, lê serlêdan bê encam ma. Parêzerên OHP'ê aşkera kirin ku 142 welatiyên di jêrzemînên avahiyên xwe de dema li benda ambûlansan bûn hêzên dewletê ew şewitandin, heta niha dosyaya 48 kesan beyî ku bê şopandin bi dawî bû.
UYSAL: MIRINA 288 KESAN ZELAL BÛYE
Endama OHP'ê Newroz Uysal der barê hincetên bê şopandina dosyayê de agahî da, aşkera kir ku li gorî daneyên fermî yên dozgeriyê, girtekên otopsiyê û hemjarên dosyayan, heta niha 254 cenaze hatine definkirin. Uysal diyar kir ku cezayeyê 20 kesan li bajarên cuda li goristanên bêkesan e û ev tişt got: "14 malbatan serî li me da. Hêj malbatên ku xwe negihandine cenazeyên xwe hene. Di qedexeya 79 rojan de, 288 kesan jiyana xwe ji dest da û ev zelal bûye. Dibe ku ev hejmar hêj zêde be. Dibe ku di dema qedexeyê de gelek kuştinên bê daraz jî qewimî bin."
‘ÎFADEYA YEK POLÎSÎ JÎ NEGIRTIN’
Uysal destnîşan kir ku bi taybetî di jêrzemînên welatî bi komî hatin qetilkirin de, delîl ji holê rakirine û wiha pê de çû: "Li dijî mirovahiyê sûc dikin. Ji bo ev dernekeve holê delîl ji holê rakirin. Dosyayên ku raste rast polîs û leşker ji wan berpirsyarin, beyî ku lêpirsîn bikin hatin girtin. Qeydên bêtêlan yên ku me xwestin neanîn. Roja ku bûyer qewimîne qeydên kamerayê hene an na, em nizanin. Ew polîsên ku wê rojê çûn wir yek wan jî nehat guhdarkirin. Heke di wan pevçûnan de polîsan cih girtibin, lîsteya navê wan polîsan jî neket dosyayê. Ev jî kêmasiyek mezin e."
‘ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN NEPEN ÊN LI BAJÊR NEHATINE DÎTİN HENE’
Uysal anî ziman ku hincetên bê şopandinê wekî ev kes "Endamên rêxistinê" ne hatine sûcdarkirin û ev jî spartine îfadeyên şahidên nepen û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tekane delîla wan jî ev şahid in. Gelek şahidên di dosyayan de hema bêje heman kesin. Kesên di bin çavan de, yên hatine girtin û gelek kesên ceza dane wan, şahidên di dosyayên wan de heman şahidin. Kesên di bin îşkenceyê de îfade dane, wê demê li bajêr nebûye, kesên di girtîgehê de jî îfadeyên wan di dosyayê de hene."
‘ŞAHIDÊN ÎFADEYÊN XWE PAŞVE KIŞANDIN JÎ HÎNA DI DOSYAYÊ DENE’
Uysal, da zanîn ku gel şahidan piştî qedexe bi dawî bûn îfadeyên xwe paşve kişandin û wiha bilêv kir: “Şahidan gotin dibin îşkeceyê de îfade dane. Hin kesên şahid, wê de demê di girtîgehan de bûn û kesekê ku astengdar ê mejiyê jî hebû. Em fêr bûn ku van şahidî kirine. Di hin dosyeyan de îfadeyên şahidên vaşarî hatin rakirin, ji xwe êdî tê diyar kirin ku kes baweriya xwe bi wan nayîne. Lê dosyayên hîna lêpirsîna wan didome de, hemû îfade cih digirin. Dozger van îfadeyan hîn jî weke delîl dibîne. Ev heqîqeta vê rewşê dernaxwe holê, berevajî li ser sûcê hatî kirin tê girtin.”
‘WEZARET XWE DIXWE ŞÛNA DOZGER’
Uysal, destnîşan kir ku wan der barê saziyên Wezareta Karên Hundur ên qedexeya derketina derve îlan kirin de doz vekirin û wiha got: “Ji ber ku qedexe ne hiqûqî bû, bê pîvan û bê nîspet bû. Qedexe bi tena serê binpêkirina mafan e, hemû mafê mirovan astend dike. Me wezaret sûcdar dît. Şêwirmendên hiqûqî xwe xistin şûna meqamên edlî û biryara diviyabû dozger bide, li gorî şopa tiliyan, madeyên kîmyewî yên li ser canê mirovan derketin, nirxandin kirin. Ligel ku hîna dosya nehatin girtin jî wezaretê xwe xist şûna dozger û got ku di çarçoveya parastina rewa de kes hatine kuştin û der barê kuştina kesan de jî rayedarên pêwendîdar ne berpirsîyarin.”
‘WEKE KU CIHÊ BÛYERÊ LÊKOLÎN KIRIBE BERSIV DIDE’
Uysal, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Der barê îdiayên heyî de tu bersiva Wezareta Karê Hûndir tune. Wezaret wekî ku cihê bûyerê lêkolîn kiribe xwe dixwe şûna Miduryeta Polîsan û kesê tê zanîn nirxandin dike. Ji xwe dixwazin rewşa ku derket holê, bi nêzîkatiyek milîtarîst, siyasî kesan sûcdar bikin. Me dizanibûn dê ji der veyê rastiya heyî û heqîqetê biryarek wiha bidin. Em bang li dadgeh û dozgeran dikin ku darizandinek adîlane bikin.”
Uysal, di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku ewê pêvajoya dozê bi awayekê pir paqij bişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo biryara neşopandinên herî dawî hatin dayîn jî emê serî li mercek jortir bidin.”
MA / Gokhan Altay