ŞIRNEX - 14'emîn Daireya Şûreya Dewletê, îtîraza biryara "qada bi xeter" a ji aliyê Lijneya Wezîran ve ji bo navçeya Cizîrê girtî bû red kir.
Lijneya Wezîran di 1'ê Hezîrana 2016'an de li taxên Nûr, Yafes, Şah, Kale, Dagkapi, Sûr, Cudi û Kuştepe yê navçeya Cizîra Şirnexê, qadeke 483,13 hektarî wekî "qada bi xeter" îlan kir. Li ser vê yekê Yekitiya Odeyên Endezyeran a Tirk (TMMOB), şaredarî û 14 malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li 14'emîn Daireya Şûreya Dewletê dabû.
BIRYAR HAT ERÊKIRIIN
Wextê qayûm hat ser kar îtiraza şaredariyê paşve kişand û serlêdana 14 malbatan bi encam bû. 14'emîn Daireya Şûreya Dewletê ya îtiraz qebûl nekir û da zanîn ku ev biryar biryareke li gorî hiqûqê hatiye girtin. Şûreyê di biryara xwe de li ser hêjmara malên hatine hilweşandin jî sekinî û ev tişt got: "....Ji bo xizmetên civakî yên wekî perwerdehî, çûn û hatin, tenduristiyê li gorî 2'emîn Qanûna bi hejmara 6306'an biryara ji aliyê Lijneya Wezîran hatiye girtin, ne li dijî hiqûqê."
SERLÊDANA TEMYIZÊ JÎ RET KIRIN
Malbatan bi rêya parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadixwaz (OHP) ji bo temyizê serî li Lijneya Daireyên Dozên Îdarî ya Şûreya Dewletê da. Di encama vê biryara derê de jî xwesteka temyizê hat retkirin. Her wiha mesrefên dadgehê jî li malbatan birîn.
Ji bo biryar bê xirabkirin, dê parêzer serî li Dadgeha Bilind bidin.