EDENE – Parêzer Tugay Bek doza rojnameger Erdogan Alayumat ê girtî nirxand û diyar kir ku têkiliya ku Alayumat bi nûçeyên xwe derxist holê, bi êrîşa li dijî Efrînê re careke din aşkere bû.
Di meha Tîrmeha 2017’an de nûçegihanên dihaberê ya bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayumat û Nurî Akman ji ber geşedanên li ser xeta sînorê Hatay û Efrînê dişopandin hat binçavkirin. Alayumat hatibû girtin û Akman jî hatibû berdan. Ji meha Tîrmehê vir ve Alayumat bi girtî tê darizandin. Danişîna ewil a doza Alayumat û Akman li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê pêk hat û Alayumat nehat berdan. Parêzerê Alayumat, Tugay Bek danişîna doza Alayumat nirxand û diyar kir ku di îdianameyê de têkildarî sûcdariya sîxûrî û endamtiya rêxistinê delîlek jî tune û wiha got: “Ji ber vê yekê divê bihata berdan. Tenê sedema girtina wî operasyona li Efrînê ye. Desthilatdarî ji bilî sînorê diyar dike destûrê nade rojnamegeriyê.”
'WÊNEYÊN LI SER SÎNOR ÊDÎ NE RAZ IN’
Bek destnîşan kir ku bajarê herî zêde bandorê ji şer digire Hatay e û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji ber vê sedemê em bi darazeke ku pêkanînê wê hişk re rû bi rû ne. Alayumat ji ber nûçeyên xwe yên ‘Milîtanên cîhadî tên destekirin û perwerdekirin’ hatibû girtin. Ev mijar ev du hefteye di rojeva çapemeniya Tirkiyeyê de ye û rojevek bingehîn e. Heta ev kom bi navê ‘Kuvayî Mîlliye’ hatin îlankirin. Ev têkiliya nepen û veşartî ya dihat birêvebirin, îro bi awayekî aşkereyî tê kirin. Li gel vê yekê jî dîsa xwestin girtina wî dewam bike. Mirov nikare vê yekê bi hiqûqê rave bike.”
Bek bi bîr xist ku dadgehê xwestiye wêneyên kampên perwerdeyê, konvoyê leşkeriyê û dîwarê betonê li ser sînor ên ji aliyê Alayumat ve hatine kişandin ji polîsan bipirse û wiha pê de çû: “Lê wêneyên dişibin van wêneyan, her roj bi rêya çapemeniyê tên weşandin. Weşandina van wêneyan wek ‘raz’ (sir) nayê dîtin.”
Bek destnîşan kir ku pêwîst bû rojnameger Erdogan Alayumat di danişîna ewil de bihata berdan.