Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin

img

ÎZMÎR -Li navçeya Karabaglarê hat xwestin ku çalên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) bên vekirin, lê şêniyên taxê li hemberî vê doz vekirin. Rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin, makîneyên kar şandin taxê. Welatiyên ku makîne ji taxê derxistin, li hemberî JES'ê nobetê digirin. 

Şîrketa Anonîm a Îthalat, Îxracat û Pîşesaziyê ya Petrol, Termal, Înşeat, Turîzm, Maden û Enerjiyê ya Ademê hewl dide li Taxa Ûzûndere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê ji bo Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) çalê bikole. Walîtiya Îzmîrê di Tîrmeha 2016'an de ji bo projeyê rapora "ÇED erênî ye" da. Şêniyên taxê jî bertek nîşanî vê helwesta walîtiyê dan û li hemberî vê doz vekirin. Ji bo proje raweste doz hat vekirin û doz li Dadgeha Îdare ya 1'emîn a Îzmîrê didome. Lê rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin ji bo kolandina çalê makîneyên kar şandin taxê. Welatiyan li hemberî makîneyên kar li ber xwe da û ew ji taxê derxistin. Ji bo çal neyên kolandin, welatî li herêma ku tê plankirin dê çalên JES'ê bên kolandin nobetê digirin. 
 
‘WÊ MADEYÊN RADYOAKTÎF DERKEVIN HOLÊ' 
 
Mehmet Turkelî, diyar kir ku wan doz vekiriye û tê xwestin ku proje bi awayekî derhuqûqî bê sepandin. Turkelî, bi lêv kir ku bi 2 çalên JES'ê yên tê xwestin dinava taxê de bên kolandin wê hezar metre bên kolandin û ji ber vê wê madeyên radyoaktîf derkevin holê û ev jî ji bo jiyana wan talûke ye. Turkelî, diyar kir ku dê tax bi metal û gazên hîdrojenî re rû bi rû bimîne û ev metalên giran wê bibin sedema hişkbûna daran û jehrîbûna av û hewayê. Turkelî destnîşan kir ku ji ber ew hay ji van pirsgirêkan hene wan dest bi girtina nobetê kiriye. Turkelî, ev tişt gotin: "Teqez em ê nehêlin ku li vir çalan bikolin. Li kuderê dibe bila bibe em ê bitêkoşin. Em tevî hevalên xwe beşdarî xebatan dibin. Em naxwazin zirar bigihîje gelê me. Şaredariya Karabaglarê jî li hemberî projeyê xwe li nedîtinê datîne û divê enerjiya jeotermalê û ava termal tevlihev neyê kirin. Tê xwestin bi awayekî derhuqûqî JES bên çêkirin û emê carek din giliyê fîrmayê bikin." 
 
‘LI AYDINÊ ÇÊ KIRIN, LÊ EM Ê LI VIR DESTÛRÊ NEDIN' 
 
Şêniyê taxê Suleyman Tûgay Bal (25) ê di nobetê de ye jî, diyar kir ku ji wan re hatiye gotin wê zirara wan bê dayîn, lê belê zirara li xwezayê bê kirin tu telafiya wê tune ye. Bal, di dewama  axaftina xwe de wiha got: "Xweza ji bo me jiyan, aramî û ciwanî ye. Em naxwazin zirara bigihîje tu qadeke hêşîn jî. Em bûn şahidên JES'ên li Aydinê hatine çêkirin. Li Aydinê dar hişk bûn, mirov nekêfxweş ketin. Hewaya wan hewayeke qirêj bû. Me bi xwe encamên jeotermalên li Aydinê dîtin. Yek ji pêdiviyên sereke yên mirovan jî oksîjen û ava paqij e. Li Aydinê çê kirin, lê em ê nehêlin li vir çê bikin." 
 
‘EM TEVÎ MALBATÊN XWE NOBETÊ DIGIRIN' 
 
Bal, da zanîn ku armanca JES'ên tên çêkirin bi temamî berjewendî ye û ji bo pereyan li hemberî qirêjbûyîna derdorê rayedar xwe li nedîtinê datîn in. Bal, anî ziman ku  hemû şêniyên taxê li dijî vê projeyê ne û wiha bi dawî kir: "Ji bo hewaya me, ava me û derdora me qirêj nebe em li vir in. Dema kolandin hat dîtin hemû tax li vir kom bûn. Ji bo jeotermal neyên çêkirin em tevî malbatên xwe her şev li vir nobetê bigirin. Em banga piştevaniyê li hemû hawirdorparêzan dikin." 
 
Emîrza Kûtmanê ku nobetê digire, destnîşan kir ku ew ji bo taxê têdikoşin û wiha got: "Dixwazin hewaya me qirêj bikin. Ji bo xwezayê heta niha tiştek baş nehatiye kirin, tenê tê xwestin ku rantê bi dest bixin. Wê li hemberî qetilkirina xwezayê û rantê têkoşîna me berdewam bike. Em ê nehêlin ku JES bên avakirin."
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

06/02/2018
09:02 'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome'
09:01 Xwediyên cenazeyan bang li parêzvanên mafê mirovan kirin
09:01 Çapemeniya hewzê li vî aliyê sînor şer sor dike
09:00 Hevşaredarê hezexê Aslan: Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018'AN
05/02/2018
18:46 8 rêveberên TTB'ê bi şert hatin berdan
16:39 3 rojin li Îdlibê çi dibe?
15:58 Serokatiya Meclîsê pirsnameya der barê afîşên kurdî de red kir
15:49 Li Amedê destek dan belavoka TTB’ê
15:46 Rojnameger Kartal û rêveberê Malên Gel Goçmuş hatin berdan
15:15 'Em dê bi reng û hêza xwe ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin'
15:15 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin
15:05 ÎSÎG: Di meha Çileyê de 141 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:04 8 rêveberên TTB'ê sewqî dadgehê kirin
14:52 Ji siyasetmedarên jin nameyên Efrînê
14:47 Lêpirsîn li pankarta Demîrtaş vekirin
14:30 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi li girtîgehê rastî tundiyê hat
14:18 Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir
14:18 Karwana hawarê ji Minbiçê berê xwe da Efrînê
14:11 Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
14:09 Cezayekî wekî xelat ji bo bersûcên DAIŞ'ê xwestin
13:26 Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin
12:48 Dê şahida 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' bê guhdarkirin
12:30 573 kesên li dijî êrîşa li ser Efrinê derketin hatin binçavkirin
12:23 Wezîrê Parastinê Ebdo: Amadekariya komkujiyan dikin
12:20 Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê
12:01 Girseya ji Kobanê derket rê gihişt Minbiçê
11:08 Îdiaya mele birin qada operasyonê fetwayan didin endamên OSO'yê
10:57 Tirkiye 7 sal şûnde parastin da DMME: 5 sal girtina siyasetmedarên kurd maqûl e
10:53 Polîsê 4 sivîl kuştin: Min sûcek rûreşiyê nekiriye
10:45 ‘Em ê têkoşîna rêxistinbûyana jinê esas bigirin’
10:22 Soro: Komploya 99'an li Efrînê di dewrê de ye
10:05 Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj
09:55 Sekreterê TÎHV'ê Bakkalci: Binçavkirina rêveberên TTB'ê di dîrokê de yekemîn e
09:54 Dansa 'Hêk' çi vedibêje
09:54 BTK'ê malpera Platforma 1 Haber Var asteng kir
09:36 ‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'
09:35 'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist
09:34 'Tazîkirina cenazeyê jinê îşkence ye'
09:34 Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin
09:33 Qeyûmê ji peywirê girtin, lêpirsîna 'nelêrêtiyê' lê vekirin
09:32 Plaja yek ji nerxên cîhanê di nava zibil de maye
09:32 ‘Îktîdarê hiqûq kiriye darê zorê û xistiye destê xwe'
09:24 Şahîn: Gotina 'sivîl zerarê nabînin' li dijî aqilan e
09:23 Ekolojîst Çirak: Ji ber qrêjiya hewa her sal 32 hezar û 500 mirov dimirin
09:22 OHAL'ê esnafê Eshab-i Kehf xist nava krîza aborî
09:00 ROJEVA 05'E SIBATA 2018'AN
04/02/2018
21:01 Meşa Şengalê gihişt Kobanê
20:40 Li Efrînê 2 leşker mirin 5 leşker birîndar bûn
20:24 2'yemîn konferansa Asayî ya HDP'ê bi dawî bû
17:37 Arslan: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî xeta neteweya demokratîk e
16:25 Îlhan ê Rojbîn Baran kuşt hat binçavkirin
15:47 KCD: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
15:20 98 akadenîsyenan ji bo Efrînê bang li Papa kirin
14:57 Balafirên TSK'ê li Efrînê zarokek birîndar kir
14:54 TTB: Fikrên me serbest berdin
14:31 Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava bû
14:23 HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne
14:13 Kalê 77 salî di êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest da
13:45 Gelo SÎHA balafira Rûs xist?
12:40 Girtiyê nexweş Celal Şeker li Mûşê hat definkirin
11:55 Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir
11:53 Gelên Efrînê li ser piyan e
11:30 Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike
11:17 Êzidî ber bi Efrinê ve dimeşin: Ji bo me cihek cuda ye
11:05 Di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin
10:44 Uysal: Wezaret xwe dixe şûna dozgeriyê
09:45 Şûreya Dewletê biryara "qada bi xeter" a li Cizîrê erê kir
09:22 Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin
09:22 'Bi êrîşa li dijî Efrînê re, rastiya nûçeyên Alayumat jî kifş bû'
09:21 Bêyî îmzeya wî ya şil li ser navê wî kredî hat kişandin
09:20 Sifreyên xwe ji bo Efrînê radixin
09:20 Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje
09:19 Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin
09:18 Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018'AN
03/02/2018
21:48 Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
20:34 TSK: Di êrîşa li hemberî tangê de 5 leşker mirin
17:22 Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin
17:21 KESK: AKP'ê hebûna xwe ji şer ve girêdaye
17:03 Parêzerên OHP'î civîna lijneya pêk anîn
16:43 Di êrişa li dijî qereqola Kîlîsê de leşkerek mir 5 jî birîndar bûn
16:40 Girtiya nexweş a roviyên wê li derve avêtin hucreyê
16:32 Gelê Hewlêrê ji bo Efrînê daketin qadan
16:25 Xebatkarên Rojnameya Îz binçavkirin şermezar kirin
16:25 'Heke em li gel hev bin hêza Xizir li ba me ye'
16:05 Kurd li Rûsyayê ji bo Efrînê meşiyan
15:55 Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Hevalên me berdin
15:50 Li Êlihê ji bo hatina Erdogan polîs û şaredarî seferber bûn
15:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
15:48 Ji dayika Şemiyê ji bo keça xwe: Ayşenûra min ji xwînê têr nebûn
15:41 Erdogan li Bedlîsê heqaret li Goristina Xerzanê kir
15:36 Aqûbeta windayan pirsîn: Em zalimên îro ji bîr nakin
15:27 Endezyar: Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê berdin
15:08 Serê sibê tên, piştî derî tê kilîtkirin diçin
14:43 Ruxmê raporê jî Celal Şeker bernedan û jiyana xwe ji dest da
14:43 KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune
14:27 Îtîraza li dijî biryara girtina parlamenterê HDP’ê Yildirim red kirin
14:23 Hêvî kirin ku zilma li ser gelê Efrînê bi dawî bibe
14:10 ' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’