*Dîrokzan Prof. Dr. Hamît Bozarslan, êrîşa li ser Efrînê wek "berdewamiya îttîhatgeriyê" pênase kir. Bozarslan got: "Kurd, her rojeke berxwedana Efrînê wek serketinekê dibînin. Êdî yekîtiya netewî bivênevê ye."
*Li navçeya Karabaglarê hat xwestin ku çalên Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) bên vekirin, lê belê şêniyên taxê li hemberî vê doz vekirin. Lê belê rayedarên şîrketê bêyî ku li benda encamdana dozê bisekinin, makîneyên karî şandin taxê. Welatiyên ku makîne ji taxê derxistin, li hemberî JES'ê nobetê digirin.
*Derhêne Halîl Koyûn, got bi lîstika Palyaçoyê Wenda armanca wan ew e ku diyar bikin şer nebaş e û şanoya bi zaimanê dayikê berpêşî zarokan bikin.
*Înîsyatîfa sivîl a Li Hemberî Bombeyan Sifre, bi êrîşên li hemberî Efrînê dîsa tên raxistin. Aktivîst Ozlem Dede wiha got: "Qey hûn jî li dijî şer in, fermo em li hemberî bombeyan sifreyê radixin, şer nakin, li hev dikin."
*Li ser navê bavê 9 zarokan Mehmet Selîm Yîgîttekînê ku xurdevaniyê dike û rojê 40 lîreyî qezenc dike û hewl dide bi vî pereyî debara xwe bike, bêyî ku îmzeya wî ya şil hebe 40 hezar lîre kredî hat kişandin.
*Parêzer Tugay Bek doza rojnameger Erdogan Alayûmat ê girtî nirxand û diyar kir ku têkiliya ku Alayûmat bi nûçeyên xwe derxistiye holê, bi êrîşa li dijî Efrînê re aşkereyîbûna wê diyar bû.
* Şaredariya MHP'ê biryar da ku Sûka Piçûk a Dîrokî ya 125 salî hilweşîne û esnafên sûkê mexdûr kir. Esnafan aşera kir ku deyê wan ji bankayan re heye, lê çihê wekî alternatîf ji bo wan diyar kirine dê li wir nikaribin kar bikin.
*Daîreya 14'emîn a Şureya Dewletê ku wêrankirina Sûr û Sîlopiyê erê kir, niha jî Lijneya Wezaretê îtîraza li dijî biryara "Qadên xeternak" ên bi sedan malên li navçeya Cizîrê ku tê payên ku bên rûxandin, red kir.
*Li Cizîrê dosyaya 48 kesên jiyana xwe ji dest dayîn, beyî ku bê şopandin bi encam bû. Endamê OHP Newroz Uysal, diyar kir ku di qedexeyên derketina derve de kesên di girtîgan de weke şahid di dosyeyan de cih girtin û wiha got: "Wezareta Karê Hûndir ê derbarê wî de doz hat virin bi bersivên dayîn re, xwe dixwe şûna dozger."
* Geşedanên operasyona Efrînê dê bên şopandin
* Geşedanên der barê binçavkirina endamên Yekitiya Tabîbên Tirk dê bên şopandin.
* Konferansa ku berî Kongreya Mezin a Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duhê dest pê kir, dê di roja duyemîn de dewam bike. (10.00)
* Platforma Jinên Amed Dîcleyê dê îro li Sumerparkê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat avabûna xwe îlan bike. (11.00)