Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin

  • jin
  • 17:22 3 Sibat 2018
  • |
img

ENQER - Encamnameya 2'yemîn Konferansa Jinan a HDP'ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ewê li dijî eniya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe mezin bikin.

HDP ji hêlekê ve amadekariyê 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî dike, ji hêlekê ve jî konferansan li dar dixe. 2'yemîn Konferansa Jinan di 2'yê Sibatê de li Enqereyê hat lidarxistin û encamnameya konferansê bi sernavê "Jin Jiyan e û Bi Wêrekî Jiyanê Biparêze" hat aşkerakirin. Di konferansa jinan de 400 delegeyan nîqaşên girîng meşandibûn.
 
Di encamnameyê de ev tişt hat gotin: "Li çar aliyê welat berxwedaneke rengîn li pêşiyê ye, jinên ku li dijî her cure tundiyê li ber xwe didin: Kesên li Tirkiyeyê ji bo azadî û wekheviyê têkoşînê didin, di şexsê Hevserokên me yên Giştî Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de, em ji hemû jinên dîlgirtî re silavên xwe dişînin. Em ji jin^ne ku xwedî li ax, azadî, wekhevî û aştiyê, jinên ku pergala Rojava ava dikin û jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin.
 
BERSIVA ME ‘EM Ê BI WÊREKÎ JIYANÊ BIPARÊZ IN’ 
 
Destkeftî, rêxistinbûyîn, nasname, jiyan, hebûn û azadî ya jinê di bin êrîşek bîrdozî ya giran de ye. Em bi siyasetek ku îtîsadî, civakî, siyasî, entelektuel dixwaze jinê tasfiye bike rû bi rû ne. Em bi pergalek faşîst a ku jinê bêdaraz radestî zilam û dixwaze serî li ber dewletê bitewîne de derbas dibin. Li gel van hemû êrîşan bersiva me ev e: ‘Jin jiyan e, em ê bi wêrekî jiyanê biparêz in.’ 
 
ÎTÎRAZA HERÎ MEZIN LI DIJÎ DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê YA JINAN E 
 
Em dizanin jinên têkoşîn nekirine nebûne xwedî maf û dê nebin xwedî maf jî. Dê jin bi çarenûsa xwe ku diyar bikin xwedî têkoşîna zanista dîrokî û biqabîliyet in. Li ser axa em jiyan dikin dê jina dîrok, her ziman û kokê binivîsinin. Vîna me ya gerdûnî nirxên bingehîn, azadî û wekheviye. Me tecrûbeya xwe ji desthiltdariya zilam ji berxwedana jinê girtiye. Em bang li jinên li ser axa Rojhilata Navîn û erdnîgariya xwe dikin, di kêliyek wiha dîrokê dê di sedsala 21’emîn de xwedî li nirxên mirovahiyê derbikevin û biparêz in. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê li her deverê şer û zextê li ser jinan ferz dike û ji ber jin li hember vê yekê serê xwe radikin. 
 
EM ÎŞKENCEYA LI SER BEDENÊN MIRÎ LANET DIKIN 
 
Konferansa me êrîşên li ser Efrînê û dagerkeriya li wir mehkum dike û bi soza ‘aştiyê’ xwedî lê derdikevin. Em gotina “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye’ ya hekîmên xwe yên hêja dubare dikin. Em xwedî li hemû aştîxwazan derdikevin. Em hemû tundî, acizî, bêmerhametî, êrîşa zayendî, tazîkirina bedenan û dîmenên îşkenceyê lanet dikin. 
 
* Em dê li dijî îtîfaqa faşîst a AKP-MHP'ê, rejîma wê ya OHAL'ê, îxracên bi KHK'ê, pergala nû ya dewletê, perçekirina meclîsê, rewakirina zagonên sarayê ku li saziyên faşizmê dixe meriyetê têkoşîna xwe bilind bikin.
 
* Em nabin perçeyê krîza aborî ku bi rejîma piyasê û Neoliberal hatiye avakirin. Em li dijî xizaniî, betalî, kedxwarî û keda jinê ya hatiye erzankirin bê ewlekirina keda jinê û polîtîkayên iktisadî têdikoşin û dengê xwe bilind dikin. Em dê têkoşîna xwe ya parastina kedê li her derê bilind bikin. Em dê li her derê ji bo paratin kedê di nava şewirê de bin. 
 
* Em dê li dijî talankirin, wêrankirin û êrişên sermayedaran ên li ser nîrxên dîrok, çand, xweza û ekolojiyê parastina ax, av û xwezayê bikin û destûr nadin ev bidome. Têkoşîna me dê bidome. 
 
* Em destûr nadin ku di qadên taybet û cemaweriyê de bi pergala perwerde, tenduristî û baweriyê mafê jinê yê vîn, birhyar û gotinê ji destê wê bigirin û em destûr nadin li ser navê jinê biryaran bidin û li gorî xwe wan bi rêve bibe. Em destûr nadin azadiya jinê bi destê mêr pêk bê. Em pergala tehakumxwar red dikin. Em bi hêza jina yekbûyî li dijî êrîşên ku li ser daxwaza me ya azadiyê û jiyana wekhev serî radikin. 
 
* Di serdema ku tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan zêde dibe, faîlên ku li dadgehan wekî 'kesên rêzdar' tên dîtin û ceza yê wan tên kêmkirin, têkoşîna me dê dê bi awayekî herî bi hêz bidome. Em mafê parastina rewa ya jinan nas dikin û bi biryarin Hêza Jinan a Yekbûyîen ya parastina hearî bi hêz e, bêtir pêş bixin û bibiryarin piştevaniyê li gorî vê yekê mezin bikin. 
 
* Em dê li dijî feraseta ku nifrînê li dijî LGBTİ+an pêş dixe têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
* Em dê dest ji têkoşîna li dijî îstîsmara li ser zarokan û êrîşên zayendî bernedin. Destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistine, heta ku dîsa bi zagonan bê parastin têbikoşin û em destûr nadin ku jin bê parastin bimînin. 
 
*Pêkanîna tecrîtê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku bi pergalî pêk tînin, hewl didin li hemû girtîgeh û civakê belav bikin. Desthilatdariya siyasî bi avakirina sazîbûyîna faşîzmê, hewl dide bi pergala tecrîtê ya şerê li dijî gelan kûr bike. Em dibêjin  teqez divê tecrît bê rakirin derfetên azadî, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bên sererast kirin. Em ê têkoşîna xwe ya jinê bi rojeva ji bo tecrîd ji holê rabere mezin bikin. 
    
*Pêkanîna kincên yek tîpî di heman demê parçeyekê yek tîpî kirina civakêye. Em girtiyên ku li dijî vê pêkanînê li ber xwe didin silava dikin. Em ê li dijî vê zilma faşîzane ya li girtîgehan, dinava  têkoşînê de bin.  
 
*Em bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe enternasyonal mezintir bikin. Têkoşîna jinên ji Chîapasê heya Rojava, ji Berlînê ya Tahranê, ji New Yorkê heya Stanbolê û ji Amedê heya Efrînê têkoşîna me hemû jinane. 
 
*Em ê weke Meclîsa Jinên HDP’ê, bi bawerî û biryardariyek mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Bi hêza yekîtiya jinê em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Xeta me ya berxwedanê li dijî sazîbûyîna faşîzmê ye. Xeta me rêya azadiya jinê, wekehvî û ‘Jiyana Nû ye.’”    
 

Sernavên din

06/02/2018
09:02 'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome'
09:01 Xwediyên cenazeyan bang li parêzvanên mafê mirovan kirin
09:01 Çapemeniya hewzê li vî aliyê sînor şer sor dike
09:00 Hevşaredarê hezexê Aslan: Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018'AN
05/02/2018
18:46 8 rêveberên TTB'ê bi şert hatin berdan
16:39 3 rojin li Îdlibê çi dibe?
15:58 Serokatiya Meclîsê pirsnameya der barê afîşên kurdî de red kir
15:49 Li Amedê destek dan belavoka TTB’ê
15:46 Rojnameger Kartal û rêveberê Malên Gel Goçmuş hatin berdan
15:15 'Em dê bi reng û hêza xwe ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin'
15:15 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin
15:05 ÎSÎG: Di meha Çileyê de 141 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:04 8 rêveberên TTB'ê sewqî dadgehê kirin
14:52 Ji siyasetmedarên jin nameyên Efrînê
14:47 Lêpirsîn li pankarta Demîrtaş vekirin
14:30 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi li girtîgehê rastî tundiyê hat
14:18 Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir
14:18 Karwana hawarê ji Minbiçê berê xwe da Efrînê
14:11 Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
14:09 Cezayekî wekî xelat ji bo bersûcên DAIŞ'ê xwestin
13:26 Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin
12:48 Dê şahida 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' bê guhdarkirin
12:30 573 kesên li dijî êrîşa li ser Efrinê derketin hatin binçavkirin
12:23 Wezîrê Parastinê Ebdo: Amadekariya komkujiyan dikin
12:20 Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê
12:01 Girseya ji Kobanê derket rê gihişt Minbiçê
11:08 Îdiaya mele birin qada operasyonê fetwayan didin endamên OSO'yê
10:57 Tirkiye 7 sal şûnde parastin da DMME: 5 sal girtina siyasetmedarên kurd maqûl e
10:53 Polîsê 4 sivîl kuştin: Min sûcek rûreşiyê nekiriye
10:45 ‘Em ê têkoşîna rêxistinbûyana jinê esas bigirin’
10:22 Soro: Komploya 99'an li Efrînê di dewrê de ye
10:05 Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj
09:55 Sekreterê TÎHV'ê Bakkalci: Binçavkirina rêveberên TTB'ê di dîrokê de yekemîn e
09:54 Dansa 'Hêk' çi vedibêje
09:54 BTK'ê malpera Platforma 1 Haber Var asteng kir
09:36 ‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'
09:35 'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist
09:34 'Tazîkirina cenazeyê jinê îşkence ye'
09:34 Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin
09:33 Qeyûmê ji peywirê girtin, lêpirsîna 'nelêrêtiyê' lê vekirin
09:32 Plaja yek ji nerxên cîhanê di nava zibil de maye
09:32 ‘Îktîdarê hiqûq kiriye darê zorê û xistiye destê xwe'
09:24 Şahîn: Gotina 'sivîl zerarê nabînin' li dijî aqilan e
09:23 Ekolojîst Çirak: Ji ber qrêjiya hewa her sal 32 hezar û 500 mirov dimirin
09:22 OHAL'ê esnafê Eshab-i Kehf xist nava krîza aborî
09:00 ROJEVA 05'E SIBATA 2018'AN
04/02/2018
21:01 Meşa Şengalê gihişt Kobanê
20:40 Li Efrînê 2 leşker mirin 5 leşker birîndar bûn
20:24 2'yemîn konferansa Asayî ya HDP'ê bi dawî bû
17:37 Arslan: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî xeta neteweya demokratîk e
16:25 Îlhan ê Rojbîn Baran kuşt hat binçavkirin
15:47 KCD: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
15:20 98 akadenîsyenan ji bo Efrînê bang li Papa kirin
14:57 Balafirên TSK'ê li Efrînê zarokek birîndar kir
14:54 TTB: Fikrên me serbest berdin
14:31 Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava bû
14:23 HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne
14:13 Kalê 77 salî di êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest da
13:45 Gelo SÎHA balafira Rûs xist?
12:40 Girtiyê nexweş Celal Şeker li Mûşê hat definkirin
11:55 Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir
11:53 Gelên Efrînê li ser piyan e
11:30 Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike
11:17 Êzidî ber bi Efrinê ve dimeşin: Ji bo me cihek cuda ye
11:05 Di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin
10:44 Uysal: Wezaret xwe dixe şûna dozgeriyê
09:45 Şûreya Dewletê biryara "qada bi xeter" a li Cizîrê erê kir
09:22 Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin
09:22 'Bi êrîşa li dijî Efrînê re, rastiya nûçeyên Alayumat jî kifş bû'
09:21 Bêyî îmzeya wî ya şil li ser navê wî kredî hat kişandin
09:20 Sifreyên xwe ji bo Efrînê radixin
09:20 Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje
09:19 Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin
09:18 Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018'AN
03/02/2018
21:48 Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
20:34 TSK: Di êrîşa li hemberî tangê de 5 leşker mirin
17:22 Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin
17:21 KESK: AKP'ê hebûna xwe ji şer ve girêdaye
17:03 Parêzerên OHP'î civîna lijneya pêk anîn
16:43 Di êrişa li dijî qereqola Kîlîsê de leşkerek mir 5 jî birîndar bûn
16:40 Girtiya nexweş a roviyên wê li derve avêtin hucreyê
16:32 Gelê Hewlêrê ji bo Efrînê daketin qadan
16:25 Xebatkarên Rojnameya Îz binçavkirin şermezar kirin
16:25 'Heke em li gel hev bin hêza Xizir li ba me ye'
16:05 Kurd li Rûsyayê ji bo Efrînê meşiyan
15:55 Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Hevalên me berdin
15:50 Li Êlihê ji bo hatina Erdogan polîs û şaredarî seferber bûn
15:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
15:48 Ji dayika Şemiyê ji bo keça xwe: Ayşenûra min ji xwînê têr nebûn
15:41 Erdogan li Bedlîsê heqaret li Goristina Xerzanê kir
15:36 Aqûbeta windayan pirsîn: Em zalimên îro ji bîr nakin
15:27 Endezyar: Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê berdin
15:08 Serê sibê tên, piştî derî tê kilîtkirin diçin
14:43 Ruxmê raporê jî Celal Şeker bernedan û jiyana xwe ji dest da
14:43 KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune
14:27 Îtîraza li dijî biryara girtina parlamenterê HDP’ê Yildirim red kirin
14:23 Hêvî kirin ku zilma li ser gelê Efrînê bi dawî bibe
14:10 ' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’