STENBOL - Parastvanên mafên mirovan, di çalakiya "Rûniştina F'yê" de bal kişandin ser rewşa girtiya birîndar Dîcle Bozan û aşkera kirin ku piyekê wê jêkirine, roviyên wê li derve ne û bi wî halî ew avêtine hucreya yek kesî.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 306 hefte ne li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F'yê" li dar dixe. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya birîndar Dîcle Bozan û aşkera kirin ku Bozan piyêkê wê jêkirî, roviyên wê li derve û li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dimîne û ew avêtine hucreyê.
Çalakvanan dirûşmên "Girtiyên nexweş serbest berdin", "Tecrîd dikuje" û "Dîcle Bozan serbest berdin" berz kirin û xwestin OHAL bê rakirin.
Daxuyaniya hefteyê endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê yê ÎHD'ê Tayland Bekîn xwend. Bekîn da zanîn ku di sala 2017'an de li Dêrsimê pevçûn derketiye û Dîcle Bozan di di şer de bi giranî birîndar bûye, her ku diçe rewşa wê giran dibe. Bekîn got ku bi emeliyatê piyekê Bozan jê kirine, roviyên wê li derve ne, piştî demekê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî maye, sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kirine û di hucreya yek kesî de tê girtin. Bekîn aşkera kir ku Bozan 9 meh e li benda emeliyatê ye.
Bekîn xwest Bozan serbest bê berdan û nameya ku Bozan ji ÎHD'ê re şandibû hat xwend. Bozan di nameya xwe de ev tişt nivîsî: "Ez ji hemû mafên xwe yên tenduristiyê bê par mam. Ez li vir di serî de bang li rayedarên dewletê û hemû saziyên eleqedar dikim. Astengiyên li dijî tedawiya girtiyên nexweş rakin. Rewşa tenduristiya min gelekî cidî ye. Heke ez neyêm emeliyat kirin dê di laşê min de xesareke cidî derkeve holê."
Bekîn herî dawî xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan.