STENBOL - Xebatkarên TV 10'ê ji bo televîzyona wan bê vekirin 70 hefte ne çalakiyê pêk tînin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Rojiya Xizirî loqme belav kirin û daxwaz kirin ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Turabî Kîşîn got ku heke ew li gel hev bin hêza Xizir li gel wan e.
Televîzyona elewiyan TV 10'ê bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK) hat girtin, xebatkarên televîzyonê di hefteya 70'yî de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de pankarta "Dengê elewiyan TV 10 nayê qutkirin" vekirin û bi minesebeta Rojiya Xizirî Koma Waweylê beyt gotin.
‘ZEXT DEWAM DIKIN’
Turabî Kîşîn bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û ev tişt got: "Kameramanê me Kemal Demîr û 150 rojnameger di girtîgehê de ne. Van hevalên me ji derveyê rojnamegeriyê tu sûc nekirine. Ev zext di serdema vê desthilatdariyê de heta roja îro qet neqediya. Heke li welatekî rojnameger bên binçavkirin û girtin, li wî welatî demokrasî, mafên mirovan, azadiya remanê qediya ye."
‘EM HEMÛ XIZIRIN’
Kîşîn aşkera kir ku Rojiya Xizirî ji bo wan girîng e û wiha axivî: "Xizir ji bo me ronahî ye. Xizir mizgîniya biharê ye. Kê di tengasiyê de be Xizir li gel wan e. Xizir hêzeke ji derveyê me nîne. Xizir li vir tevgera piştgiriyê ye. Divê em di vê dema tengazî zêde ne, li gel hev bin, kê piştgiriyê bide hev ew xizir e."
Çalakî bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.