NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên kurd ên li Erşovê dijîn êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê, di bin sermaya zêde ya bin sifirê 18 pêlan de bi meşekê şermezar kirin.
Li navçeya Erşovê ya Saratovê ya Federasyona Rûsyayê welatiyên Kurdistanî û dostên wan kom bûn û êrîşên TSK-OSO ya li ser Efrînê û komkujiyên li ser sivîlên bi meşekê şermezar kirin. Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê meş organîzekirin. Serokên Otonomiyê yên Saratov û Krasnîkûtê jî tevlî çalakiyê bûn. Kurdistanî li meydana Ploşîdê bi alayên YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan civiyan û wêneyên Kurdistaniyên di êrîşan de ji yana xwe ji dest dane hildan. Di meşê de bê navber "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan" berz kirin. Li gel sermaya -18’an jî Kurdistanî li meydana Azadiyê hatin cem hev û êrîşên li ser Efînê û Rojava şermezar kirin.
Li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê Hevserok Îsa Osmanov axivî û got: "Li ber çavê hemû dinyayê dewleta Tirk Kurdan dikuje. Beriya niha jî dewleta Tİrk li Başûre Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê komkujî kir û niha jî li Rojava, zarok û jinan bi xwînxwarî dikuje. Dema ku ên ku têne kuştin Kurd bin dinya bêdeng dimîne. Kurd xwedî rûmet in û bi wê vînê de ku dikarin li xwe xwedî derkevin. Em Kurd li dijî vê êrîşa bi alçaxî ya Erdogan u dewletên hevkarên wî li her deverê derkevin kolanan û li dijî vê dîktatorî û xiyanetê tişta ku ji dest me hat em ê bikin."
Li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Saratovê jî gotin: "Rûsya bi destûrdana van êrîşan bûye hevkarê van komkujiyan. Em Kurdistaniyên li Rûsya ji rayedarên Rûsya daxwaze dikin ku ji bo ku di van êrîşên alçax de zêdetir sivîl nemirin tevbigerin û ev êrîş bi dawî bibin. Rûsya divê baş zanibe ku ji Tirkan dost nabin. Hûn çawa dikarin bi hişmendiyeke wiha re bibin dost ku li Sûriyê û Enqerê ji pişt ve li we xistin. Bi qurbanîkirina Kurdan hûn dikarin vê dostaniyê heta bi kûderê bibin."