MÊRSÎN - Seroka Odeya Bijîşkan Dr. Ful Ugurhan bertek nîşanî qedexeya walîtiyê ya ji bo panela Odeya Bijîşkên Mêrsînê da û xwest hevalên wan ên binçavkirî bên berdan.
Odeya Bijîşkên Mêrsîne biryar da ku panela “1’emîn Bandora Hawirdor a li ser Tenduristiya Nexweşxanê ya Bijîşkên Tirk” li dar bixe. Walîtiya Mêrsinê bi hinceta “fikaran dide avakirin” panel qedexe kir. Bijîşkan di saeta panêl hat qedexekirin de, li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
PANEL BI FIKAR HAT DÎTIN
Di civînê de Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan axivî û bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe yên bijîşk da. Ugurhan, diyar kir ku panêla diviya bû îro ew li dar bixin, walîtiyê qedexe kir û wiha got: “Panêla me bi fikar hat dîtin. Tu hinceta vê yek nîne. Li vî welatî êdî hemû tişt bi fikar tên dîtin. Em dixwazin demildest hevalên me yên binçavkirî bên berdan.”
Piştî axaftina civîn bi dawî bû.