ÊLIH – Serokomar Erdogan piştî gera xwe Bedlîsê bi boneya beşdarî kongreya rêxistina AKP’ê ya Êlihê bibe, hat Êlihê. Tevahiya midûriyeta polîsan a Êlihê ji bo Erdogan serfer bû û tedbîrên ewlehiyê girtin. Li ser riya Erdogan her gavekê û polîsek hat çikilandin.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi boneya beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya AKP’a Êlihê bibe çû Êlihê. Li Êlihê ji bo hatina Erdogan ewlehiyên awarte hatin girtin. Li ser kolana Amedê û Bulvara Ahmet Arîf ku dê Erdogan derbas bibe serê her gavekê polîsek çikilandin û bi alên AKP’ê û Tirk û wêneyên Erdogan hatin daliqandin. Polîsên metro bi metro hatin bicihkirin ji serê sibê ve li ser welatiyan lêgerîn pêk tînin û nasnameyên wan kontrol dikin. Li ser riya dê Erodgan têde derbas bibe kolan jî hatin asfaltkirin.
Ji bo beşdariya kongreyê zêde bibe, otobusên şaredariyê ya qeyûm tayîn kirine jî xizmeta kongreya AKP’ê û ji bo kongreyê seferber kirin.
Balkêş bû ku li hember avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, posterek mezin ê Erdogan ku nivîsa “Me ji sekna te ya li hember zilmkaran a bêtirs hez kir” hat daliqandin.
POLÎSAN DEST DANÎ SER POSTERÊ DEMÎRTAŞ
Di heman saetan de rêveberên HDP’ê ku dixwestin bername li dar bixin pankartê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî bi avahiyê ve daliqînin. Polîsan destûr neda daliqandina poster û dest danîn ser poster. Polîsên dest danîn ser posterê Demîrtaş, rêveberê HDP’a Êlihê Îdrîs Yayla û du endamên HDP’ê binçav kirin. Hat zanîn ku her sê binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.