AMED - Îtîraza li dijî biryara dadgehê ya girtina parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat redkirin.
Serokê AKP'ê Tayip Erdogan di 21'ê Çile de li Bûrsayê di 5'emîn Kongreya Asayî ya Baskê Jinan de axivîbû û wekîlên HDP'ê yên êrîşa Efrînê wekî dagirkerî bi nav kir ew kirin hedef. Piştî Erdogan ferman da dozger ketin nava tevgerê. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê gelek kesan de ji ber parvekirinên medya civakî biryara binçavkirinê derxist û gelek kes hatin binçavkirin. Dadgehê der barê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim de jî biryara girtinê da.
Serdozgerê Komarê yê Amedê di 22'ê Çile de dema Doza KCK ya Sereke li Amedê hat dîtin û Yildirim jî tevî 7 wekîlên HDP'ê serbet dihat darizandin, der barê Yildirim de bi lez û bez daxwaza girtinê ji 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. Dozger li gorî xala 694'an a KHK'ê bi hinceta girtin ji 5 salan derxistine 7 salan û Yildirim ji doza KCK'ê tenê 5 salan girtî maye xwest Yildirim bê girtin. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî der barê Yildirim de biryara girtinê da. Dadgeha ku diviya bû di 6'ê Sibatê de bê dîtin anîn rojên pêş û 2 hefte berê hat dîtin.
Piştî dadgerê biryara girtinê da, parêzerên Yildirim biryar itîraz kirin. Piştî parêzeran daxwaza îtîrazê dan 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dadgehê îtîraz red kir.