ŞENGAL - Civaka êzidî "Cejna Çileyê Zivistanê" pîroz dike û xwestin ji hemû cîhanê re aştî û aramî bê. Êzidiyan bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û ji bo gelê Efrînê dia kirin. Li gorî baweriya Qubeya Şerfeddîn bend girêdan.
Li gorî baweriya êzidiyan di navbera zivistan û havînê de 40 roj rojî tê girtin, piştî rojî diqede, “Cejna Çileyê Zivistanê” û “Cejna Çileyê Havînê” tê pîrozkirin. Cejna Çileyê Havînê, her sal di 24 Hezîranê de dest pê dike di 2'yê Tebaxê de diqede. Di civaka êzidiyan de 40 rojî alimên olî yên êzidî rojiyê digirin, lê kê bixwaze dikare bigire. Rojiya Çilê Çileyê di 24'ê Kanûnê de dest pê dike, di 2'yê Sibatê de bi dawî dibe.
PIŞTÎ DEMSALÊN ZIVISTANÊ YÊN HIŞKESARÎ DIQEDIN ROJÎ TÊ GIRTIN
Ev cejnên ku civaka êzidî di du demsalan de digire, li gorî şert û mercên demsalê baş an jî ne baş e, dide nîşan. Cejna piştî Rojiya Çilê Havînê tê girtin, mizgîniya dê mehên havînê zêde germ û hişk derbs nebe dide. Rojiya Çilê Zivistanê jî mizgîniya rojên xweşiyê yên havînê dide.
Ev dîrokên ku behsa wan tê kirin, li gorî dirêjahiya şev û rojê ye. Cejna Çilê Havînê, destpêka dirêjihiya şevan, Cejna Çilê Zivistanê jî wekî destpêka dirêjbûna rojê havînê tê qebûlkirin.
PIŞTÎ LALEŞÊ CIHÊ HERÎ PÎROZ
Em wekî Ajansa Mezopotamyayê (MA) çûn cihê ku Cejnda Çilê Zivistanê lê tê pîrozkirin. Ev cihê di navbera mecraya Borik û piştî çiyayê Şengalê de ye, lê em çûn goristana Qubeya Şerefeddîn.
Qubeya Şerfeddîn ji bo êzidiyan gelekî girîng e. Ji ber ku Qubeya Şerfeddîn, li herêma Şêxan e û piştî Qubeya Laleşê, ev qubeya herî girîng e ji bo êzidiyan. Êzidiyên ji Laleşê ji hec tên, li Şengalê diçin Şerafeddînê ziyaret dikin. Piştî êrîşa DAIŞ'ê Qubeya Şerfeddîn ji bo êzidiyan gelekî girîng bûye, ji ber ku piştî êrîşa DAIŞ'ê li Laleşê beşeke hecê tê kirin, Şerfedîn bûye cihekî bi ewle ji bo êzidiyan.
JIYANA ROJANE LI GORISTANÊ DERBAS DIBE
Di saetên serê sibehê de dema em çûn Goristana Şerfeddînê, me ji qelebalixa mirovên li ser goristanên ku em berê diçûn re şahidî kir. Di rojên cejnan de, hemû êzidî li ser goristanê ne. Êzidî bi saetan li ser wan goran dia dikin û dixwînin. Xwarinên ku li malên xwe çêkirine, fêkî û sebze yên ji malên xwe anîne, li ser goristanê belav dikin. Malbat xwarina ku wekî Xasê Êzidî pênase kirine û para Şerfedîn jî datînin hundurê qubê.
Malbat xizmên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane, bi wêneyên wan tên ser goristanê, pûşiyên kesk-sor û zer bi kêlên goran ve dikin li ser goran dilêwînin. Dîsa roja ku xizmên wan jiyana xwe ji dest didin, kasetên ku li ber cenaze lêwandine, tînin û li ser goran lê didin. Her cejin lêwandinên din li van kasetan tê barkirin.
Li ser goristana ji bo her kes rûnê sifre tê danîn. Du kesên di vê cejnê de xêr dan, xwişk û birayên bi navê Mercan û Îsmaîl Bereket Zero yên li micemaya Gohbek û Borikê bûn.
JI BO FERHANÊ KU DAÎŞ’Ê QETIL KIR, ŞÎN DANÎN
Me li goristanê malbata Xişma a ji micemaya Tilbenatê nas kir. Malbat hatiye serdana kurdê xwe yê Ferhan Elya (28). Ferhan di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hatiye kuştin. Dayik Şîro Xişma wêneyê kurê xwe Ferhan çarçove kiriye, ji hêlekê ve dilêwîne, ji hêlekê ve xwarina ji bo xêra kurê xwe aniye tesnîf dike. Hevjîna Ferhan a dayika 2 zarokan Narîn jî li ser gora hevjînê xwe sekiniye, rûyê xwe bi destê xwe girtiye û dilêwîne.
Hema li kêleka me gora ciwanê 22 salî Hisên Xidir heye. Xidir berî 2 salan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû û malbata wî hatiye ser gorê.
‘ME XWEST KEÇA ME LI SER AXA XWE BÊ DEFINKIRIN’
Li serê goristanê yê din jî gora Naîfa Silêman a demek kin dawî li jiyana xwe anî heye û malbata wê hatiye ser gora wê. Dayik Neam Feqîr li wargeha Herêma Federal a Kurdistanê dimîne, aşkera kir ku wan xwestiye keça xwe li ser axa xwe defin bikin û ji bo wê anîne Goristana Şerfeddînê.
HERÎ ZÊDE JIN QUBEYÊ ZIYARET DIKIN
Piştî goristan ziyaret kirin welatî derbasî Qubeya Şerfeddîn, her gava ku derbasî qubeyê dibin carekî derî maç dikin, dîsa destê alimê olî yê qobeyê Micewrê maç dikin. Micewrê jî eynî wan kê destê wî maç dike, ew jî destê wan maç dike. Piştî vê seramoniyê dest bi diayan dikin.
Êzidiyên ku dia dikin, di çarçoveya baweriya xwe de her pîneyê bi reng ku elementên bingehîn ên cîhanê temsîl dike, girêkê davêjin wan.
GEŞÊ EFRÎNÊ JI BÎR NEKIRIN
Ji bo aştî û aramî bê cîhanê dia û daxwaz kirin. Civaka êzidî di cejnê de ji bo gelê Efrînê yên 15 rojin di bin êrîşên Tirkiye û OSO'yê de ne, dia dkirin. Jinên ku ji bo Efrînê dia dikirin, yek ji wan jî Nura Hecî ye. Gotinên wekî "Bila Şerfeddîn wan jî biparêze. Bila ev ferman û tofan demek berî demekê biqede. Tişta ku hat serê me bila neyê serê wan. Ev girêka ku ez davêjmê ji bo gelê Efrînê ye" ji devên wê diherike.
Keseke din jî van diayan dike: "Ya Şerfeddîn tu dîlên me yên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikî. Tu bombe û tofana li ser jin û zarokên Efrînê de dibare rawestînî. Kujeran qehir bike. Aştî û aramiyê bîne cîhanê. Tenê em vê ji de dixwazin."
MICÊWIR: LI EFRÎNÊ GEL JI BO NAMÛS Û AXA XWE ŞER DIKE, DILÊ ME BI WAN RE YE
Micêwirê Qubeya Şerfeddînê Şêx Îsmaîl Behrî ji bo gelê Efrînê van diayan dike: "Kê ji bo ax û şerefa xwe şer bike, em ji bo wan dia dikin. Gelê Efrînê jî ji bo namûs û axa xwe şer dike. Dilê me bi wan re ye. Êzidiyên li wir jî di zehmetiyê de ne. Em hêvî dikin ku bi ser kevin, kesên çav berdane ax û namûsa yên din dê têk bikiçin."
MA / Selamî Aslan